Ji bo mafê hêviyê li Amedê hevdîtin: Mîtînga aştî û azadiyê

  • 09:07 18 Aralık 2025
  • Rojane
 
Rabîa Onver – Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter Moray diyar kir ku mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ ya wê di 4’ê Çileyê de pêk bê ji bo pêkhatina mafê hêviyê û xurtkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk girîng e û banga tevlibûnê kir.
 
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê re pevajoyek nû destpêkir. Tevî gavên hatin avêtin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Ji gelek aliyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan deng tê bilindkirin û tevî hemû hewldanan Tirkiyeyê hîna gavek navêtiye. Di 4’ê Çileyê de ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve li Amedê wê mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ pêk bê. Dekleraysona mîtîngê li Konaxa Cemîl Paşa hat aşkerakirin.
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnansên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Ceren Moray der barê mîtîngê de axivî.
 
Daxwaza hevpar: Mafê hêviyê
 
Ekîn Yeter Moray da zanîn ku ‘mafê hêviyê’ rojeva têkoşîna hevpar e û wiha dirêjî dayê: “Ev demek dirêj e ji bo mafê hêviyê pêvajoyeke tê meşandinê heye. Parêzerên Birêz Ocalan serî li DMME’yê dan û piştî vê DMME’yê biryara binpêkirinê da.”
 
Ekîn Yeter Moray daxuyakirin ku mafê hêviyê bi pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demorkatîk’ watedartir bûye û wiha bi lêv kir: “Ev bi Birêz Ocalan sînor nîne. Ev hemû girtiyên siyasî eleqeder dike. Di vê pêvajoya diyalogê ya tê meşandin de divê muzakereyeke di navbera wekhevan de pêk bê.”
 
Girîngiya mafê hêviyê û pêvajoya diyaloga demokratîk
 
Ekîn Yeter Moray destnîşan kir ku pêkhatina mafê hêviyê wê piştgiriyek mezin bide pêvajoya aştî û civaka demokratîk û wiha bi lêv kir: “Di vî alî de mafê hêviyê gelek girîng e. Mafê hêviyê pêk bê wê pêvajo veguhere pêvajoya muzakereya demorkatîk. Di vê pêvajoyê de berpirsyarî dikeve ser milê hemû kesî. Divê komîsyona meclîsê demildest mijara biryara mafê hêviyê bigire rojeva xwe û di vê mijarê de gavên şênber bavêje.”
 
Banga ‘mafê hêviyê’
 
Ekîn Yeter Moray da zanîn ku heta îro çalakî û bernameyên pêk hatine gelek bi nirx in û wiha dawî lê anî: “Bi van xebatan em pêvajoya aştî û civaka demokratîk hîn bêtir mayînde dikin. Em vê daxwazê bi jin, ciwan, siyasetmedar, hiqûqnas û rojnamegeran re li qadan tînin ziman. Ji ber vê mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ ya wê di 4’ê Çileyê de pêk bê ji bo pêkhatina mafê hêviyê û xurtkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk girîng e. Em bang li hemû kesî dikin ku tevli vê mîtîngê bibin.”