Mîhrîcana Keda Jinan bi coşeke mezin didome 2026-06-13 16:47:01   WAN - Mîhrîcana Keda Jinan a Berhemdariyê ku li Wanê bi pêşengiya Şaredariya Rêya Armûşê û bi hevkariya 12 şaredariyên navçeyan tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de jî bi tevlîbûneke xurt û bi heman kelecanê berdewam dike.   Mîhrîcana Keda Jinan a Berhemdariyê ku li Wanê ji aliyê 12 şaredariyên DEM Partiyê yên navçeyan ve û bi pêşengiya Şaredariya Rêya Armûşê hatiye destpêkirin, di roja duyemîn de bi coşeke mezin didome. Mîhrîcana ku di roja xwe ya yekemîn de bi tevlîbûna bi sedan jinan deriyên xwe vekiribû, îro jî li Qada Bajar bû navenda rûmet û keda jinan.   Welatî û bi taybetî jinên hilberîner, di roja duyemîn a mîhrîcanê de li dor standên keda destan û berhemên xwemalî hatin cem hev û bi heman kelecana roja pêşîn xwedî li vîna jinan derketin.   Di çarçoveya bernameyê de şanoya jixweberî, kargehên find û morikan û pêşandana dramayê hatin pêşkêşkirin. Welatiyan taybetî jî jin û zarokan eleqeyeke mezin nîşan dan û demên xweş derbas kirin.   Wê mîhrîcan di saet 17.00an de bi "Konsera Dengbêjên Jin" berdewam bike.