Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû 2026-07-30 14:45:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekemîn berhema nivîskara jin a ji Rojhilatê Kurdistanê, Bêrî Rojhilat bi navê “Pênûs Giriya” ji aliyê Weşanên Medan ve hate çapkirin.   Pirtûk ji 45 helbestan pêk tê, bi şêwaza pexşan û helbesta nû hatine hûnandin. Nivîskarê pirtûk diyarî pakrewanên Kurdistanê kiriye û bi gotina “Mirovê rast ew kes e ku mêjiyê mirov têr bike!” dest pê kiriye.   Helbesta nivîskarê ya bi navê “Bêbextî” behsa durûtiya cîhanê dike ku çawa bêbextî li Kurdan kir.   Gotinên helbesta ‘Bêbextî’ bi vî rengî ne:   “Hekîm Luqmanê hêviyan Kete ser rêya asÎmanê cîhan Da ku bibîne merhemekê bo ser birînên bi salan Lê ew mirovên bêbext û xapînok ku digotin: ‘Kar û xebata me parastina mafê Însan e’ Durûtî kirin û ne maf nas kirin ne jî insan Ew mafê ku wan behs dikir, binpê kirin û firotin berjewendiyan Eger berjewendî nebû, çima neparastin mafê me Kurdan? Tenê ser kirin bazarên giran! Ji ber vê ne merhem dan ne jî mekan Girtin hêviya gelê çav li rê û perîşan Ew dan destên mirovên hov û dev bi xwîn wek guran Şewat xistin nava dil û hinvên me kurdan Ey dîrok, kes nikare roja me tarî bike, baş bizan!”   Kurtejiyana Bêrî Rojhilat   Bêrî Rojhilat ji bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Di zarokatiya xwe de bû şahidê serhildan û têkoşîna doza Kurdistanê. Di temenê ciwaniyê de mecbûr ma ku derkeve derveyî welat. Niha li Swêdê dijî û di beşa dermansazî û bijîşkiyê de dixebite. “Pênûs Giriya” yekemîn berhema nivîskarê ye.