Bi 8’ê Adarê re ber bi Civaka Azad û Demokratîk ve (14) 2026-03-05 09:03:34   'Li dijî tarîtiya aqilê mêrane em ê jiyana nû ava bikin'   Elfazî Toral   STENBOL - Fatma Yenî di 2003’yan de koçî Stenbolê dike û 22 sal in li heman atolyeya tekstîlê dixebite û li dijî zîhniyeta serdest a mêr paradîgmaya azadiya jinê diparêze. Fatma Yenî wiha got: “Em dixwazin vê pergalê biguherin, mêr jî bi xwe re biguherin, pergaleke mirovahî ava bikin.”   Jinên ku ji Kurdistanê hem ji ber zextên dewlet û hem jî ji ber şertên aborî koçî metropolên Tirkiyeyê dikin, bi gelek zextan re tên rû hev. Yek ji van Fatma Yenî ye. Fatma Yenî di 2003’yan de koçber dibe û 22 sal in li heman atolyeyê dixebite. Fatma Yenî li atolyeyê hem ked hem jî nasnameya jinê diparêze û li dijî zîhniyeta serdest a mêr paradîgmaya azadiya jinê dike jiyanê. Fatma Yenî diyar kir ku ber bi 8’ê Adarê ve çareserî encax bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê pêkan e.   ‘Dayika min digot divê hûn her tiştî bizanibin’   Fatma Yenî destnîşan kir ku di temenê biçûk de bi malbata xwe re di pêvajoyên hilberînê de cih girtiye û di 2003’yan de ji ber zextên dewletê û zehmetiyên aboriyê koçî Stenbolê kirine. Fatma Yenî got 22 sal in di atolyeya tekstîlê de dixebite û wiha pê de çû: “Ji roja ewil heta niha ez têkoşîna zayenda civakî didim. Em ji biçûkatiya xwe de ji ber li erdnîgariya Kurdistanê mezin bûn, em di jiyaneke xwezayî de bûn. Di temenê zarokatiyê de em li gund bûn û me her kar dikir. Piştre em koçber bûn. Em di 2003’yan de hatin Stnebolê. Me di tekstîlê de dest bi xebatê kir. Ligel şertên aborî zextên dewletê hebûn. Bavê min nû ji girtîgehê derketibû. Ez û xwişka xwe dixebitîn. Roja ewil a kar bû. Saet bû 16.00 me xwe amade kir, roj çûbû ava. Wê demê hosteyê li ser me hebû. Navê wî Kemal bû. Got hûn bi ku de diçin. Me got em diçin malê. Me got li gundê me dema dibû tarî kes diçû mala xwe. Lê wî got li vir tiştke wisa tuneye. Me nîqaş kir û em îqna bûn. Bavê min 7 salan girtî ma. Ji ber rewşa aborî ez wek jinek ciwan her tim xebitîm. Dayika min em baş gîhandibûn, tu karê ku em nekin tunebû. Dayika min digot divê hûn her tiştî bizanibin.”   Daxwaza welatekî azad, wekhev û demokratîk   Fatma Yenî diyar kir ku jiyana xebata li tekstîlê pir caran bi mobîng û destdirêjiyê re hatiye rû hev û wiha got: “Bêguman mirov bi destdirêjiyên gotinî yên serdestiya mêr re tên rû hev. Bi salan e li wir dixebitim. Min bi nasnameya xwe ya Kurd xwe daye qebûlkirin. Têkiliyên min baş in. Bêguman carna bi profîlên mêr û jinê re pirsgirêk tên jiyîn. Paradîgmayeke em girêdayê wê ne hene. Lê kesên nava vê pergalê vê fêm nakin. Em zehmetiyan dikşînin. Ez cudakariyê naxwazim. Dixwazim her kes wekhev û azad bijî. Mixabin niha li welat ev şert û merc tune ne. Wek jinekê jiyankirina vê zehmet e. Daxwaza me jiyaneke azad wekhev û demorkatîk e.   ‘Em dixwazin di esasa paradîgmayê de bijîn’   Fatma Yenî di dawiya axaftina xwe de balkişand ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û wiha bi lêv kir: “8’ê Adarê ji bo min pir tiştî îfade dike; hem wek jinek Kurd hem jî wek jinekê. Di vê pergala rizyayî de nasnameyeke jinê ya bê bandor hatiye hiştin heye. Jin her roj tên qetilkirin. Em jinên Kurd dixwazin di esasa paradîgmaya civaka azadîxwaz a jinê, ekolojîk û demokrtîk de bijîn. Em dixwazin vê pergalê biguherin û di pergaleke mirovane de bijîn. Meha Adarê meha berxwedanê ye. Em ji 8’ê Adarê diçin Newrozê. Newroz serkeftin e. Bila 8’ê Adarê bibe wesîleya vê.”