Li Cûdiyê şitlên berûyan hatin çandin 2025-12-21 14:43:14   ŞIRNEX - Li hember wêrankirina ekolojîk a li Şîrnexê berdewam dike, darên berûyê, ku wekî "tovên hêviya pêşerojê" têne zanîn, li Çiyayê Cûdî hatin çandin, ku peyama "Aştî bi xwezayê re tê" radigihînin.   Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê di çarçoveya kampanyaya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê de, ku bi dirûşmeya "Berûyekê tu kom bike, berûyekê tu biçînî" dest pê kir, çalakiyek çandina şitlên berûyan li dar xist. Çalakî li gundê Kûnsera, ku yek ji deverên herî zêde ji hilweşîna ekolojîk bandor bûye, hate lidarxistin. Endamên platformê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kesên din beşdar bûn. Girseya ku li nêzî cihê çandinê kom bû, bi dirûşma "Be xwezayê jiyan nabe"  meşiya. Beriya çalakiyê daxuyaniyek çapemeniyê ya li ser hilweşîna ekolojîk hate dayîn.   Piştî axaftinan, bi hezaran "tovên hêviyê" bi awayekî hevbeş di axê de hatin çandin. Bi dehan kesên ji her temenî beşdarî çalakiyê bûn.