Şêniyên Arzoxlî: Em ê xwedî li axa xwe derkevin 2026-03-04 10:19:01   Rojda Aydin    AMED - Jinên gundê Arzoxlî ya Sûrê ku tê xwestin li gund GES bê çêkirin, bertek nişandan û gotin ew ê heta dawiyê xwedî li ax û gundê xwe derkevin.   Li gundê Arzoxlî ya navçeya Sûr a Amedê, ZENKAR-1 dixwaze ku Santrala Enerjiya Tavê (GES) çêbikin. GES a ku dihat xwestin ji Xirapbajar heta Newala Gura GES’ê çêbibe 840 donim e. Ji ber ku Xirapbajar xwedî cihek kevn û arkeolojîke gundiyan berê îtîraz kirine û li ser vê yekê 240 donim qada Xirapbajar wek “qada sîtê” hatiye îlankirin. Her wiha 530 donim cih jî wek “cihê dikarin bê avdanê” hatiye îlankirin. ZENKAR-1 jî dixwaze ev 530 donim cihê de GES’ê çêpike. Gundiyên Arzoxlî ku naxwazin li ser axa wan GES bê çêkirin, bertekan nîşan didin. Li ser vê yekê duh kepçeyên girêdayî şîrketê û leşker bi hev re hatin gund û dest bi kolandinê kirin. Li ser vê yekê welatiyên gund dema bertek nişandan leşkeran êrîş kir, di navê de jin jî gelek kesan bi lêdanê birîndar kir û gelek kes jî hatin binçavkirin.   Jinên gundê Arzoxlî bertek nişandan û gotin dê heta dawiyê parastina gundê xwe bikin.   ‘Ew ê hesabê vê yekê bidin’   Guler Çîftçî ku ji vê gundê ye bertek nîşanê çêkirina GES’an da û ev tiştan anî ziman, “Em naxwazin GES li gundê me bê çêkirin. Bi leşkeran hatin bi ser gundê me de girtin. Êrişên zarok û gundiyên me kirin û kirin binçavan. Ev zilm e li me tê kirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev der gundê me ye, axa dayik û bavên me ne. Em bimirin jî em dev ji axa xwe bernadin. Em ê ji bo axa xwe heta dawiyê li ber xwe bidin. Em nahêlin ew şîrket bên li vê derê. Beriya hemûyan ez ê canê xwe bidim ji bo axa xwe. Bila vê baş bi zanibin; em dev ji gundê xwe bernadin û nahêlin. Destên kî di nav vê de ye ew ê hesabê bidin. Gundiyên me hemû li ser piyan in. Vê meha remezanê de hemû gundiyên me li ser piyan in. Em hene û em li vir in. Dixwazin gundê me xesp bikin. Ev gundê me ye û em nadin kesekî. Em li vê gundê sewalan xwedî dikin û hemû kes bi vê yekê re mijûl dibe. Ger ku vê yekê çêkin, bila gundê me çêkin çêtir e. GES ji bo ax û gundê me ne baş e. Pêşeroja van gundiyan ev ax û sewal in. Ev şîrket kî ye em nasnakin. Ev şîrket ger kî be jî ew destên dirêj kirine em ê bişkînin. Em ê bi berxwedanê wan paşve bişînin. Heta damleyek xwîna me hebe em ê li gundê xwe bin.”   ‘Îşkence li me kirin’   Herdem Arslan jî bertek nîşanê êrîşên ku duh li wan hat kirin da û got ew ê tu carî dev ji axa xwe bernedin. Herdem Arslan wiha pê de çû, “Saet 12:00'an de telefon ji me re hat û gotin leşker hatine. Hemû gundî berê xwe dan wir û em jî çûn ji bo maf û gundê xwe. Erdê me ye, çima tên erdên me ji me digirin? Di dema êrîş kirin de 3 û 4 leşker hevjînê min avêtin erde lêxistin. Îşkence li zavayê min kirin. Bi ava şîd û guleyên plastîk êrîşê me kirin. Êrîşê me jinan jî kirin. Dibêjin erdê xwe bidin me û em jî erdê xwe nadin wan. Em vê yekê qebûl nakin. Ew çixwasî bên jî em ê li hemberê wan li ber xwe bidin. Çima tên dikevin gundê me? Çi ji gundê me dixwazin? Ew der cihê sewal û bêriya me ye. Çima bi zorê gundê me ji me digirin.”   ‘Ger ku GES bê çêkirin dê jiyana me tunebe’   Leyla Arslan jî ev tiştan got, “Dixwazin gundê me de GES çêbikin û dixwazin gundê me ji me bigirin. Em jî vê yekê qebûl nakin. Gundiyên me bi karê sewalkariyê debara xwe dikin. Ger ku ev nebe em nikarin jiyana xwe bidomînin. Em vê yekê qebûl nakin. Em li pey maf û heqê xwe ne. Bila ji gundê me derbikevin. Îşkence li zarok û gundiyên me kirin. Me ji ber ku dewa heqê xwe kir êrîşê me kirin. Me leşkeran nexist û ji wan re tiştek negot. Me bi tenê got bila ew kepçeyên wan ji vir derbikevin biçin û erdê me nekirin. Şûna ku guh bidin daxwazên gel, leşkerî êrîşê gundiyan kir. Ger ku li gundê me GES bê çêkirin dê sewalkarî û cotkarî bên tunekirin. Her wiha tendûristiya gundiyan re zirar e. Ger ku gundê me bê dagirkirin em ê nikaribin tu tiştekê bikin. Em naxwazin GES bê çêkirin. Ger bê çêkirin dê berê me bidin bajaran. Em tu carî dev ji gundê xwe û axa xwe bernadin.”   'Destê xwe ji gundê me vekişînin'   Gurbet Çîftçî ku ji zarokatiya xwe ve li gundê Arzoxlî dijî ev tiştan bi lêv kir, “Em serê sibehê rabûn gotin leşker û kepçe hatine gund. Piştre em hemû gundî çûn cihê ku dixwazin GES çêbikin. Êrîşê li me kirin û min lêdan xwar. Hevjînê min jî lêdan xwar. Ez ji bo hevjîna xwe biparêzim min xwe avêt ser wî. Ev edalet e ma qey? Tiştê ku vê derê hat jiyîn li tu deverên cihanê dinê natiye kirin. Em ji bo gundê xwe biparêzin em li wê derê bûn. Ji vê saetê şûnde em ê tu carî dev ji gundê xwe bernadin. Banga me ji kesên ku vê projeyê dixwazin vir çêkin ev e; destê xwe ji gundê me vekişînin, bila çênekin. Ev der cihê sewalê me ye. Hevjîna min hem birîndare û hem jî di bin çavan de ye.”