Çalakiyên Mertalên Zindî yên li Kobanê didome 2019-08-03 13:40:00   KOBANÊ - Li Kantona Kobanê çalakiyên mertalên zindî yên li dijî gefên dewleta Tirk li gundê Qeremoxê  di roja 18'an de berdewam dike.   Li dijî gef û kiryarên dewleta Tirk ên li ser xakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên Mertalên Zindî yên gelê Kantona Kobanê bi dirûşmeya "Em welatê xwe diparêzin" didomin.   Li gundê Qeremoxê yê li Rojhilatê Kobanê çalakiya mertalên zindî di roja 18'an de berdewam dike. Çalakiya konê îro ji aliyê Meclîsa Kantona Kobanê û Navçeya Kobanê hat dewirgirtin. Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mistefa Êto axivî û got: "Em rê nadin ku tu artêş axa me dagir bike. Em zarokên vî gelî ne, li ser vê axê em ê çand, ziman û hebûna xwe  berdewam bikin. Em ê bi têkoşîna xwe axa xwe biparêzin. Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên hovane nikare îradeya me bişkîne, hêza ku me ji têkoşerên azadiyê girtiye em ê mezintir bike. Em ê her şopdarê rêya têkoşîna azadiyê bin."     Her wiha çalakiya gundê Ziyaretê ya girêdayî navçeya Qinê ya li Rojavayê Kantona Kobanê ye, di roja xwe ya 16'an de bi dawî bû.