'Em ê nehêlin komkujiya Şengalê dubare bibe' 2019-08-03 13:52:30   HESEKÊ - Gelê Serêkaniyê, Til  Temir, Dirbêsiyê û Zirganê bi meşeke girseyî, fermana Şengalê şermezar kirin û gotin: "Erdogan dixwaze fermana Şengalê li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dubare bike. Em ê destûrê nedin vê yekê."   Îro bi sed hezaran şêniyên Navçeya Serêkaniyê, Til Temir û Dirbêsiyê berê xwe dan Navçeya Zirganê da ku fermana 3'ê Tebaxa 2014' an  li Şengalê pêk hat û bi hezaran jinên Şengalê hatin revandin  şermezar bikin, meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Parastina rûmeta jinên Şengalê, Parastina hebûna jinan e", "Ji qirkirin û dagirkeriyê re na", "Bila firîna balafirên şer li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were qedexekirin" hatin hildan. Her wiha bi dirûşmeya "Dê Şengal teslîm nebe û bi hêza xwe ya parastinê hebûna dîroka xwe, biparêze, têbikoşe" hat berzkirin.   Meşa ku ji stada Ş.Rûbar dest pê kir li Qada Şehîdan rawestiya. Piştî deqeyek rêzigrtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Sîlvana Elî axivî.    'Eger ne ji YJA-STAR, HPG, YPJ/YPG'ê ba dê çarenûsa Şengalê çiba?'   Sîlvanayê gefên Dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "Fermana ku li Şengalê pêk hat, yekemîn Dewleta Tirk serkêşiya wê dikir, eger Hêzên YJA-STAR û HPG,YPJ/YPG'ê mudaxale nekirina û rê li ber fermanê negirtiba dê niha çarenûsa Gelê Şengalê ne ev ba. Ne tenê Şengal hate rizgarkirin hêzên QSD'ê bi dehan jinên Êzîdî ji pencên DAIŞ'ê ku  li bazaran ew difirotin, di operesyonên xwe de rizgar kirin û ew gihandin malbatên wan."   'HPG,YJA-STAR hebûn û dîroka Êzîdiyan parastin'   Sîlvanayê diyar kir ku armanc qirkirin û tunekirina dîroka Êzîdiyan bû û wiha dewam kir: "Armanca êrîşê ne tenê qetilkirin û revandina jin û zarokan bû di heman demê de qirkirina dîroka Êzîdiyan û ola wan bû. Lê li hember wê êrîşê hêzên me bûn bersiv û rê nedan ku dîrok û hebûna gelekî kevnar were pişaftin û dizîn."   'Bila berê tirkiye ewlehiya nava xwe çareser bike'   Sîlvanayê gefên Dewleta Tirk bi bîr xist û ev yek anî ziman: "Îro Dewleta Tirk qala herêmeke ewle dike! Bila destpêkê biçe Tirkiyê bi ewle bike, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikarin xwe ji terorîstan biparêzin. Efrîn jî gelê wê hate koçberkirin û nîştecihên Idlib, Humis û Hemayê li wir hatin bicihkirin. Bila berê tirkiye ewlehiya nava xwe çareser bike."   'QSD dikare herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, biparêze'   Sîlvanayê teqez kir ku pêwîstiya wan bi herêmeke ewle tune ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tirkiyê dixwaze bi riya Herême Ewle re, dagirkeriya xwe rewa bike û li hember vê yekê civaka navneteweyî jî bêdeng e! QSD dikare ku Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze."