Kesên li Şengalê hatin qetilkirin li Parîsê hatin bîranîn 2019-08-03 14:04:07   NAVNDA NÛÇEYAN - Kesên ku li Şengalê hatin qetilkirin li Parîsê hatin bîranîn. Çalakiya bîranînê ku ji aliyê  Tevgera Jina Kurd a Fransayê (TJK-F)  hat lidarxistin saet 11.00'an de li ber şaredariya Parîsê hate kirin.   Di salvegera 5'emîn a êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê li ser êzidiyên Şngalê jinên kurd ku tevli çalakiyê bûn kincên spî li xwe kirin û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hate girtin.   Piştî rêzgirtinê bi pankarta, ''Ji jinên êzîdî re azadî, ji mirovahiyê re azadî'' û ''Li dijî DAÎŞ'ê hevgirtina bi kurdan re'', lîstikeke teatral a komkujiyê hat pêşandan.   Ji bo şermezarkirina qirkirina li ser êzîdiyan, îşev saet 17.00'an li Meydana Republîce wê meşek were kirin. Bang hate kirin ku her kes tevlî meşê bibe.