Li Şehbayê salvegera 5’mîn ya komkujiya Şengalê hat bibîranîn 2019-08-03 14:25:32   ŞEHBA - Bi pêşengtiya Yekîtiya Êzîdiyan a Herêma Efrînê pêşengehek bi dirûşmeya "Bi rihê Berxwedana ŞengalÊ û berxwedana Serdemê em ê azadiya gelan misoger bikin" li hola Kampa Serdemê hat lidarxistin.   Bi boneya salvegera 5’mîn ya komkujiya Şengalê Yekîtiya Êzîdiyan a Herêma Efrînê pêşengehek bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Şengal û berxwedana Serdemê em ê azadiya gelan mîsoger bikin" hat lidarxistin. Hol bi wêneyên komkujiya Şengal û Efrînê, her wiha bi pankartên "Na ji dagirkeriya Dewleta Tirk, na ji guhertina demografîk re" hat xemilandin. Bi beşdarbûna Rêxistina Kongreya Star, Rêxistina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclîsa Kantona Şehbayê û Efrînê, Endam û Rêveberiyên Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê û bi dehan ji şêniyên Efrînê di pêşengehê de amade bûn.   Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Yekîtiyên Êzîdiyên Efrînê Mustefa Nebo, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bekir Elo, li ser navê Kongreya Star Hêvî Silêman axivîn. Di axaftinê de hemû pakrewanên azadiyê û salvegera komkujiya Şengalê bi bîr anîn û gotin: "Berdewamiya fermana li ser Şengalê li Efrînê didome, ji ber ku armanca dijmin tunekirina Gelê Kurd e."    Her wiha di pêşengehê de  komkujiya ku li Şengalê pêk hatibû bi daxuyaniyekê hat şeremezarkirin.   Daxuyanî wiha ye:"Roja 3’yê Tebax a 2014’an salvegera 5’mîn ya fermana ku li ser Şengalê bi awayekî herî xirab û hovane li ser kurdên Êzîdî pêk hatiye. Ji ber ku ola Êzîdiyan kevnar e û temenê wê bi hezar salane, dixwazin Êzidiyan qir bikin. Fermana 72'yan a bi destê Dewleta Imparatoriya Osmanî hatiye kirin, lê nikaribûn ol, çand, dîrok û cihên pîroz tune bikirana. Ev ferman li gel me fermana 73'yan bi destê DAIŞ'ê hat. Di fermanê de nêzî 200 hezar kes ji bajarê Şengalê derketin û nêzî 6400 kes jê jin, mêr û zarok hatin girtin û heya niha jê 3000 jin û zarok winda ne.   Nêzî 5000 kes hatiye kuştin di nav de jin û zarok jî hebûn, lê kuştina mirovan tenê têrî wan nedikir, dest bi xerabkirina cihên dîrokî kirin, xwestin tunekirina civaka Êzidî çêbikin yê ku bi hezar salan li ser ola xwe mane û çanda xwe parastine, lê ev tunekirin bi rêya Dewleta Tirk a dagirker derbasî Efrînê bû û li wir kiryarên xwe domandin.   Li Efrînê êrîş li gundên Êzidiyan careke din dest pê kir. Gelê wî gundî penaber bûn, cihên dîrokî yên ola Êzidî ji “Parse Xatûn, şêx Hemîd, melêk Adî û Til Endarê” talan kirin û hilweşandin, guhertina  ziman û netewa gelê Efrînê jî çêkirin.   Em weke Yekîtiyên Êzidî ya Kantona Efrînê pratîka dewleta Tirk şermezar dikin û banga dewletên Navneteweyî û mafê mirovan dikin ku li hember kiryar û hovîtiya Dewleta Tirk li Efrînê pêk tê bisekinin, jin û zarokên Şengalê yê ku di herêma “Direa Furat” de jî vegerînin ser cih û warên xwe."   Pêşengeh wê heya êvarî bidome.