Meclisa Sivîl a Aşûrî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin 2019-08-04 12:10:06   HESEKÊ - Gelê Aşûrî yên li gundên seranserî Çemê Xabûr li Til Temir, êdî  xwe birêxistin dikin û Meclisa Sivîl a Aşûrî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirin.   Beriya çend rojan Gelê Aşûrî yê ku li gundên herêma Çemê Xabûr ê ya girêdayî Navçeya Til Temir a Kantona Hesekê dijîn, Meclisa Sivîl a Aşûrî ava kirin û li hember gef û êrîşên dewleta tirk û  çeteyên DAÎŞ ê xwe birêxistin dikin. Birînên herêma Çemê Xabûr îro derman dikin.     Meclisa ku li Hola Dêra Meryem El-Ezra hat avakirin zêdetirî 350 kes ji sazî û dezgehên sivîl û leşkerî ji bo vekirina wê amade bûn. Herwiha ji rêveberiya Meclisa Parastina Xabûr, Rêveberiya Parastina Emlakên kesên ku koçberî derveyî welat bûn yên Aşûrî, şandiyek ji TEV-DEM, Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya YPG, bijîşk û endeziyarên Aşûrî beşdarî vekirina meclisê bûn.    'Em ê birînên Çemê Xabûrê bikewînin'   Piştî deqeyek rêzigrtina li ser giyanê  pakrewanên azadiyê, Hevseroka Komîteya Xizmetguzariyê Soniya Hanîl axivî û wiha got: "Cara yekem e ku em Meclisa Sivîl a Aşûrî ava dikin, pêwîst dikir ku ji berê de ev meclis bihata avakirin. Lê dîsa jî em ê ji êş û pirsgirêkên jinên Aşûrî re bibin bersiv. Temenê meclisê ne ewqasî kevn e. Em ê Çemê Xabûr yê birîndar ku bûbû geliyê xwînê, îro derman bikin. "   'Avakirina Meclisê dê rê li ber qirkirinê bigire'   Endama Fermandariya Meclisa Parastina Xabûr Nebîl Werdê axivî û wiha got: "Ji dîrokê ve het roja me ya îro Gelê Aşûrî rastî bûyerên qetilkirin, qirkirin û pişaftina ji aliyê dewleta tirk, tê. 23'yê Sibata 2015'an çeteyên DAÎŞ ê êrîşî Gelê me yê Aşûrî kirin û bi sedan jin,mêr,ciwan û zarok revandin. Ew roj ji bo me rojeke reş e û ne mumkun e ku were jibîrkirin. Rast e dibe ku gelê me yê hat dîlgirtin hatin berdan lê birîna Xabûrê hîn jî qalik negirtiye."   Nebîleyê diyar kir ku bersiva herî guncav a êrîş û qirkirina netewan, xwe ji nû ve birêxistinkirin e û wiha dom kir:"Niştecihên gundên seranserî çemê Xabûr hîn jî birîndar in. Div ku em birînên wan derman bikin.  Em ê xwe birêxsitin bikin û LI hember hemû cureyên êrîş û qetîlaman,hêza xwe ya parastinê û civakî xurtir bikin."   'Di vê pêvajoyê de avakirina meclisê girîng e'   Li ser navê Şandeya TEV-DEM ê jî Mehmûd Emîn axivî û ev yek anî ziman:"Pêvajoya ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe pêdivî heye ku hemû netew bên birêxisin kirin. Ji bo ku rê li ber qetilam û bûyerên qirkirinê were girtin, Divê gel xwe di hemû qadên civakê de birêxistin bikin. Dijmin kîjan herêmê lawaz dibîne êrîş dike, ji ber wê avakirina Meclisa Sivîl a Aşûrî a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê rê li ber qirkirina gelê Aşûrî bigre. Divê Aşûriyên li derveyî welat jî vegerin. Ji ber ku rewş ne mîna berê ye"   Piştî axaftinan hilbijatin hat kirin gelek jin û mêr ji Komîteyên Civaka Sivîl, Bijîşk, Komîteya Xizmetguzariyê, Meclisa Êlên a Hesekê, Komîteya Têkiliyên Diplomasî a gundên Xabûr, Cotkar û Komîteyên tendrusritê, xwe ji bo komîteyên Meclisê pêşniyar kirin. Piştî hilbijartinê  24 kes ji van sazî û komîteyên me anîbûn ziman,hatin hilbijartin. Ji 24 kesên ku hatin hilbijartin 4 jê jin in.  jê 4 jin in.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku di demên pêş de erk û misyona her endamekê/î di Meclisa Sivîl a Aşûrî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, wê were diyarkirin.