Li Hesekê teqîn: 3 kes birîndar bûn, zarokekê jiyana xwe ji dest da 2019-08-04 14:18:03   HESEKÊ - Li bajarê Hesekê 2 Teqîn pêk hatin. Di encama teqînan de 3 kes birîndar bûn û zarokekê jî jiyana xwe ji dest da.    Îro li bajarê Hesekê 2 teqîn pêk hatin ,teqîna yekemîn li Sûka El-Hal a Taxa Mişêrfê bi motoksikletek bombebarkirî pêk hat , ya  duyem jî li Taxa Neşwa ya girêdayî bajarê Hesekê bi motosklêtek bombebarkirî hat hat kirin.   Li gorî agahiyan 3 birîndar  hene û zarokekê jî jiyana xwe ji dest daye. Hêzên ewlehiya Bajarê Hesekê birîndar rakirin nexweşxaneyê.