‘Em dixwazin sedema mirina xwişka min bê zelalkirin’ 2019-08-07 09:21:17   WAN - Mirina Tugba Bahadir a li Wanê ji hewandanka avahiyê ket û jiyana xwe ji dest da, wek mirina bi guman derbasî qeydan bû. Di ser mirina wê de 7 meh derbas bû lê tu lêpirsîn nehat destpêkirin. Xwişka wê Aynur Kaya bertek nîşanî rewşê da û got ew dixwazin sedema mirina xwişka wê bê zelalkirin.   Li navçeya Artemît a Wanê di 30’ê Kanûna 2018’an de jina bi navê Tugba Bahadir a zewicandî û dayika sê zarokan bû hat îdiakirin ku ji hewadanka avahiyê de ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Li ser îxbarê polîs û ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û cenazeyê wê ji bo otopsiyê şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Mirina Tugbayê wek ‘mirina bi guman’ derbasî qeydan bû. Tevî 7 meh di ser mirina wê de derbas bûye jî yek lêpirsînek nehat destpêkirin.   Xwişka Tugbayê, Aynur Kaya û aktîvîsta mafê jinan Songul Ozunver der barê pêvajoya ku 7 meh di ser mirina Tugbayê de derbas bûye ji JINNEWS’ê re axivî.   Xwişka wê Aynur da zanîn ku şeva Tugbayê jiyana xwe ji dest daye bi telefonê pê re axiviye û wiha got: “Tu pirsgirêka wê tunebû. Me di telefonê de henek kir. Em keniyan. Sibehê saet  ber bi 8’an bû. Birayê min telefon kir got ‘were Tugba nexweş e em dibin Meletiyê’. Got ‘Tugba ji valahiya pêlekê de ketiye. Ez çûm mala Tugbayê. Malbata hevjînê xwişka min ji Mûşê û navçeyên wê hatibûn. Lê tevî malbata me li Wanê rûdinişt agahî nedabûn kesî. Vê bi me re guman çêkir. Tevî li vir gelek nexweşxane hebûn ew birin Meletiyê. Bi makîneyan ve girêdan. Piştre mir. Tugba ser kêlekê ketibû. Dozgeriyê bi guman dît û îfada hevjînê wê girt.”   ‘Teqez ne întîxar bû, hat kuştin’   Aynûrê destnîşan kir ku dema xwişka wê ketiye tu qêrîn nehatiye bîhistin û got şahidên vê hene. Aynurê wiha got: “Bûyer bi şev saet di 3’an de pêk tê. Lê kesî qêrîna wê nebihistiye. Cîranên wê dibêjin ‘teqez ne întîxar e, hatiye kuştin’. Heta beriya xwişka min bimre, ji ber hevjînê wê, bi kesek din re têkiliya wî hebû bi xwişka min re nîqaş dikir. Polîsan îfadeya tu cîranekî negirt. Avahî her tim bi kamerayê tên şopandin. Kamerayên qatê ku xwişka min lê rûdinişt xerabe bûn. Qeydên wê nehatin lêkolînkirin. Dîsa dikarîbû li cihê bûyerê lêkolîn bihata kirin. Lê ne raporek ne girtekek hat girtin. Ma gelo çawa raporek an jî girtekek tunebû?”   'Em bi mehan li bendî rapora STE’ê man'   Aynurê destnîşan kir ku bi mehan li bendî rapora Saziya Tipa Edlî mane û rapor dane dozgeriyê û ev tişt vegot: “6 meh şûnde me rapor ji dozgeriyê pirsî. Dozgeriyê got ‘hîna nehatiye kontrolkirin’. Em dixwazin sedema mirina xwişka min bê zelalkirin. Em dixwazin hemû pirsnîşan bên bersivandin.”   ‘Dîtina delîlan karê dozgeriyê û polîsan e’   Aktîvîsta mafê jinan Songul Ozunver jî diyar kir ku ev 7 meh e der barê bûyerê de yek lêpirsînek nehatiye vekirin û wiha got: “Em bi xwişka wê re her tim hevdîtinan dikin. Em jî dixwazin ku bûyer întîxare an jî mirina bi gumane, aşkera bibe. Dozger der barê bûyerê de ji xwişka wê dixwaze ku delîlan bibîne. Terzek wisa tune ye. Dîtina delîlan karê polîs û dozgeran e. Her wiha dosya ji dozgerekî dewrê dozgerekî din hat kirin. Dîsa nelêkolînkirina bûyerê guman zêde kir. Pirsên weke ‘gelo serê bûyerê vedişêrin tîne hişê mirovan’.”   ‘Tevî ku mirina biguman derbas dibe çima nayê lêkolînkirin’   Songulê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê pêvajoya hiqûqî pêk bê û wiha dawî lê anî: “Em dixwazin edaleta rastîn pêk bê. Em edaleta serdest a mêr naxwazin. Tevî ku dozger di qeydan de wek ‘mirina bi guman’ derbas kir jî lêkolîn nayê kirin. Ev jî tê wateya girtina bûyerê. Divê hiqûq vê ronî bike.”