'Bi berxwedana jinan wê serkeftin mîsoger bibe' 2019-09-06 09:04:24   Dîcle Demhat   KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel di derbarê hemleya ku li dijî dagirkeriyê û DAIŞ’ê di 8’ê Tebaxê de dabûn destpêkirin axivî û got: "Wê têkoşîna jinê bi ser bikeve. Bi berxwedana jinan wê serkeftin mîsoger bibe."   Hemleya Kongreya Star di 8’ê Tebaxa 2019'an de, bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparezê, DAÎŞ’e û dagirkeriyê tek bibe" bi beşdarbûna 20 hezar jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li Qada Jina Azad a Kantona Kobanê bi xwendina daxuyaniya ku ji çapemeniyê re vekirî hate îlankirin. Armanca hemleyê li dijî dagirkeriyê ye. Li ser girîngiya hemleyê, çalakî û şêwaza hemleyê Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel  axivî û wiha got: "Jin bi reng û hêza xwe beşdarî vê hemleyê dibin. Em hemleya xwe bi têkoşînek mezin bidomînin."    'Li dijî dagirkeriyê jin xwedî helwest in'   Zehrayê di derbarê hemleya jinan a li dijî dagirkerî û DAIŞ’ê axivî û wiha got: "Armanca me ji vê hemleyê ew e ku em bikaribin hemû jinên herêmê li dora dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe" kom bikin. Piştî ku me dest bi hemleyê kir û şûn de her jin li herêmên xwe bi rengê xwe û çanda xwe beşdarî vê hemleyê bûn. Me bi awayekî berbiçav dît ku jin li dijî dagirkeriya li ser welatê xwe xwedî helwestekê ne. Hemû neteweyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn li gorî çand û baweriya xwe ciyê xwe di hemleya li dijî dagirkeriyê de digirin. Pêngava hemleya me ya yekem meş û daxwiyaniyên li dijî dagirkeriyê hatin dayîn. Ji niha û pê de jî wê hemleya me bi şêwayên cuda were domandin."   'Em bi rihê berxwedana Efrînê bi ser bikevin'   Zehrayê bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ên li ser Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: "Bi salane ku gelê van herêman li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Di roja me ya îro de jî dewleta tirk a dagirker dixwaze ku destihiladariya xwe li ser herêmên Bakurê Suriyeyê bide avakirin û deskeftiyên van gelan talan bike. Kiryarên ku dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê li Efrînê kirin îro jî dixwazin li van herêman bidin meşandin. Ji bo carek din em heman rewşa Efrînê nejîn û bikaribin bi rihê berxwedana Efrînê bi ser bikevin me dest bi hemleyek wiha kir."   'Bi berxwedaniya jinan wê serkeftin misoger bibe'   Zehrayê herî dawî diyar kir ku dê jin bi vê hemleyê zihniyeta desthilatdariyê di nav civakê de bide guhertin û wiha got: "Çawa di dîrokê de jin pêşengtiya serkeftinan kiriye wê di vê serdemê de jî careke din serkeftin bi berxwedana jinan mîsoger bibe. Bi wesîleya vê hemleyê em jin carek din li hev kombûn û me banga serkeftinê bilind kir. Wê ev hemle bi xwe re guhertinên zîhnî jî bide avakirin. Hemû jinên ku cihê xwe di vê hemleyê de digirin yekem armanca wan ew zîhiniyeta destihladariyê di hemû hucreyên civakê de bidin guherîn. Jin heta dawiyê li dijî desthiladariya zihniyeta serdest li berxwe didin.”