‘Nêzîkatiya îktîdarê ya li hemberî jinan şîdetê bi hêz dike’ 2019-09-06 09:07:32   Zeynep Durgut   WAN - Li Tirkiyeyê şîdet û kuştina jinan ji ber polîtîkayên hatî afirandî her ku diçe zêde dibe. Endama Meclîsa Jinan ya HDP’ê Muazzez Tore da zanîn ku şîdeta li hemberî jinan polîtîk e û divê li dijî şîdetê jin hêza xwe bike yek.   Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên hikûmetê şîdet, kuştin û stîsmara zayendî ya li hemberî jinan her ku diçe zêdetir dibe. Her roj bi dehan jin bi şîdeta mêr re rû bi rû dimînin û bi dehan jin tên kuştin. Lê faîl bi tu awayî nayên cezakirin. Der barê polîtîkayên hikûmetê yên li dijî jinan Endama Meclîsa Jinan ya Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) Muazzez Tore nirxandin kir. Muazzezê diyar kir ku her êrîş û şîdeta li hemberî jinan polîtîkê û got ku divê li dijî tundiyê jin hêza xwe ya rêxistinî bi hêz bikin.    ‘Mirovahî tê kuştin'    Muazzezê diyar kir ku xespkirina mafên jinan her ku diçe li her qadên civakê belav dibe û wiha pê de çû: "Êrîş û tundiya li dijî jinan polîtîke. Jin di her qadên civakê de jin cih digirin û cîhan ji sedî 50’î jinan pêk tê. Di hilbirînê de jin heye û di her qadên xebatan de jî jin hene. Lê mixabin ev mafê wan her tim ji aliyê serdestan ve tê binpêkirin. Ji bo parastina mafên jinan pêwîstî bi guhdarîkirina jinan û xebata jinan hene. Gava ku em bernameyekî televîzyonê temaşe dikîn di wê bernamê de sedî 90’î mafê axaftinê yê mêran e. Ev ne tenê li Tirkiyeyê di heman demî de li her deverên cîhanê heman tişt e. Binpêkirina mafên jinan li her deverekî cûr bi cûr pêk tê."   ‘Nêzîkatiya îktîdarê şîdetê bi hêz dike'   Muazzezê bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê û got ku nêzîkatiya îktîdarê ya li hemberî jinan faşîzane. Muazzez, diyar kir ku îktîdar dixwaze her kesekê li dijî hişmendiya wê bikuje û wiha dom kir: "Pêvajo diguherin lê mixabin nêzîkatiya li hemberî jinan naguhere. Ev baş tê dîtin, ger ku her roj jinek bi tundî û qetilkirinê re rûbirû tê ev tişt tê wateya neguhertina Tirkiyeyê. Nêzîkatiya îktîdarê ya li hemberî jinan faşîzane û tundî ji vê nêzîkatiyê hêz digire, belav dibe. Jinên ku li dijî vê tundiyê serî netewînin tên cezakirin. Îktîdar naxwaze ku jin bi rêxistin bibe û ji serî rakirina jinan ditirse.  Sûcdar bi tu awayî nayên cezakirin. Çima? Pêdivî bi rêxistinkirina jinê heye. Divê em xwe bi rêxistin bikin û bi hev re dengê xwe bilind bikin.”    ‘Ji bo wekheviyê pêwîstî bi pergaha hevserokatiyê heye'    Muazzezê di axaftina xwe de bal kişand ser pergala hevserokatiyê û destnîşan kir ku divê ji her qadên civakê jin HDP’ê esas bigire û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dibêjin ku em ji bo jinan zagonan amade dikin û ji bo parastina wan her tiştî dikin. Lê ev gotin ne gotinên rastin. Ger jin esas bigirtina wê ji pergala hevserokatiyê re rêz bigirina. Di şexsê jinan de êrîşê HDP’ê dikin. Em pergala hevserokatiyê diparêzîn. Ji ber ku xeta me ta more. Pergala hevserokatiyê di pêşiya siyaseteke hevpar vedike. Li her cûreyên xebatan binêrin li her şîrketan û kargehan de sedî 95’î mêr in û sedî 1 jî jin in. Ji bo ku wekheviyê pêwîstî bi pergala hevserokatiyê heye.  Divê pergala hevserokatiyê baş bê fêmkirin û baş bê vegotin. Pergala hevserokatiyê ne tenê li Tirkiyeyê ji bo her derekî pêwîst e."    ‘Divê jin têkoşîna xwe bilind bikin’   Muazzezê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li dijî tundiya li ser jinan divê xeta têkoşînê bi hez bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin her tim li dijî şer bûn alîgirên aştiyê. Ji bo bi hêzkirina daxwaza aştiya civakî pêdivî bi rizgarkirina jinan heye. Niha bi destê dewletê tundî pêl bi pêl mezin dibe. Ji bo ku em pêşiya vê bigirîn divê em xwedî li mafên xwe derkevin. Divê jin Peymana Stenbolê baş bixwinin. Tenê hêza jinan dikare tundiyê, zilmê û qetilkirinan bide sekinandin. Heta niha der heqê jinan te kîjan zagonek erênî hatibe amadekirin destûr nehatiye dayîn ku ev meclîsê re derbas bibe. Em ê çawa ji zagonên van bawer bikin. Ji ber wê ji divê em têkoşîna jinan bi teqez mezin bikin.”