Xizmên girtiyan: Zindana Amedê ya 12’ê îlonê li Şakranê tê jiyîn 2019-09-06 09:09:57   Rengîn Azîzoglu   AMED - Malbatên girtiyan ên çûn hevdîtina xizmên xwe yên li Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Şakranê, diyar kirin ku îşkence û binpêkirinên mafan didomin û Zindana 12’ê Îlonê ya Amedê li Şakranê tê jiyîn û her wiha sewqkirina nexweşxaneyan jî ji însafa personelên girtîgehê re maye.   Li Girtîgeha Jinan a Tîpa T ya Şakranê ku bi pêkanînên xwe yên digihêje îşkenceyê ji rojevê nakeve, binpêkirinên mafan ên li hember girtiyan didomin. Girtîgeha ku berê jî bi binpêkirinên nebaş hatibû rojevê, derketibû holê ku malbatên di hevdîtinan de cil û berg, pirtûkên ligel xwe digirin bi hinceta ne roja girtina alavan e, negirtibûn hundir.   Her wiha midûrê girtîgehê, şerdê ku divê alav ‘yên nû bin’ danî û ji ber vê jî malbat hem di alî aborî hem jî di alî manewî de zehmetî kişandin. Mafê girtiyan yê 3 hebên ji bo hevdîtinê bê diyarkirin jî, pêk nehat. Yek ji binpêkirina din jî piştî çalakiyên greva birçîbûn û rojiya mirinê ket meriyetê. Piştî çalakiyê gelek girtî rakirin nexweşxaneyan û li Şakranê hinek sewqkirin an dereng hatin kirin an jî rakirin revîrên kampusa girtîgehê. Di vê pêvajoyê de Girtîgeha Şakranê serkêşî kir.   ‘Zindana Amedê tê jiyîn’   Li gorî agahiyên ji malbatên xizmên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Şakranê dimînin, OHAL qet ji Girtîgeha Şakranê ranebûye û pêkanînên bi OHAL’ê re hatine destpêkirin didomin, girtiyan di serî de pirtûkxane, werzîş û sînema dernaxin tu bernameyê. Nameyên ji girtiyan re tên şandin nayên dayîn faks jî mehek şûnde tê teslîmkirin. Girtiyan di hevdîtinê de diyar kirin ku lêgerînên koguşan zêde bûne, ji hefteyê herî kêm du caran lêgerîn tê kirin û koguş tên talankirin. Malbatan her wiha bi lêv kir ku di hevdîtinan zext li wan jî tê kirin û hejmarek zêde gardiyan li maseyan digerin, li ser serê wan dipên.   Malbatan wiha gotin: “Yanî Zindana Amedê ya 12’ê îlonê tê jiyîn. Girtiyan gotin ku di her çûyîn û hatina hevdîtinê de bi zanebûn tên lêgerînkirin, jimartin tê kirin û dema jimartinê jî hewl tê dayîn alozî û provakasyon derkeve. Komarên Demokratîk Modernîte û Jîneolojiyê tên komkirin. Rojnameya Yenî Yaşam jî ji meha Sibatê de nayê dayîn.   ‘Midûr ji van geşedanan berpirs e’   Malbatan daxuyakirin ku midûra dawî hatiye, Meltem B. ji hemû pêkanînan berpirs e û got piştî grevê çalakger nehatine dermankirin û berpirsa vê jî midûr e. Malbatan her wiha ev tişt vegotin: “Nehiştin doktorên TTB’ê nêzî zarokên me bibin, seqwî nexweşxaneyan nekirin, lîsteya pêwist a diyetê pêk neanîn. Berpirsa vê jî Meltem B ye. Piştî Meltem B. hemû mafên wan hatin desteserkirin. Name hatin desteserkirin, cil û bergên me birin nedanê. Girtî dibêjin nîqaşên tên kirin rê li ber atmosfer û rewşeke provakasyonê vedike. Midûr van tiştan ji qestî dike. Yanî bifikirin sewqkirina nexweşxaneyan jî ji însafa personelan re maye.”   ‘Tecrîd li Şakranê didome’   Malbatan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kirin ku Meltem B. pirtûkên Kurdî jî desteser kiriye û wiha dawî lê anîn: “Tu aliyê vê yê hiqûqî tune ye. Ji bo xizmên me pêkanîna ‘tirkî biaxive pir biaxive’ di meriyetê de ye. Dixwazin Esat Oktay û girtîgeheke din a Amedê ya duyemîn biafirînin. Yanî tecrîda ku wezaretê rakiriye, li Şakranê tê berdewamkirin.”