Li Ebêxê dewsa Endamên Meclîsê qeyûm hatin tayinkirin 2019-09-06 09:18:09   WAN - Li Ebêxê dewsa 5 Endamên Meclîsê yên HDP'ê, memûr wekî qeyûm hatin tayinkirin.   Li Ebêxê ya Wanê dewsa 5 Endamên Meclîsê yên HDP'ê, bi hinceta ku lêpirsîna di derbarê wan de didome,  dewsa wan 5 memûr wekî qeyûm hatin tayinkirin.   Kesên ku dewsa wan qeyûm hatin tayinkirin navê wan wiha ne: Necmettin Şahin, Pinar Demir, Hulya Darak, Mehmet Siddik Moraner, Faruk Demir.