Li Mêrdînê qeyûm 73 kes ji kar derxist 2019-09-06 09:23:45   MÊRDÎN - Walî Mustafa Yaman ê ku wekî qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû di hefteya dawî de tevî karkerên MARSU'yê 73 kes ji kar derxist.    Bi fermana Wezareta Karê Hundir di 19'ê Tebaxê de,  Walî Mustafa Yaman wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin. Walî Mustafa Yaman ji rojan ku hatiye tayinkirin heta niha 223 kes ji kar derxist. Di hefteya dawî de jî tevî karkerên MARSU'yê 73 kes ji kar derxist.    Hat diyarkirin ku qeyûm karker bi îdiaya sûcên "Li gor fermanê tev negeriyaye, sûcê bi şerm kiriye" hatine derxistin.