Çalakiya rûniştinê ya li Amedê zordestî hat şermezar kirin 2019-09-06 16:18:50   AMED - OHD, Platforma Komeleyên Başûrê Rojhilat û Rojhilatê, MEBYA-DER, TUAY-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîmên Olî ya Stenbolê, DÎK, TJA, HDP'yî tevlî çalakiya rûniştinê ya Amedê bûn û tayînkirina qeyûman şermezar kirin û berxwedana gel silav kirin.    Çalakiyên şermezarkirinê ya li hemberî tayînkirina qeyûman bê navber didomin. Li Amed, Wan û Mêrdînê welatî, parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nûnerên saziyên sivîl, komele 19 roj in li gel astengî û dorpêça polîsan çalakiya xwe ya rûniştinê pêk tînin. 19 roj in li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalakiya rûniştinê pêk tê. Îro çalakî bi tevlîbûna parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP'ê, parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), nûnerên Platforma Komeleyên Başûrê Rojhilat û Rojhilatê, nûnerên partiyên siyasî, MEBYA-DER, TUAY-DER, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên Komeleya Alîmên Olî ya Stenbolê, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û sedan welatiyan pêk hat. Çalakiya ku ji hêla polîsan ve hatî dopêçkirin, bi çepik, dirûşm û tilîliyan dest pê kir.    Parêzerên OHD'ê bi cubeyên xwe û bi pankarta li ser 'Vîna gel nayê xespkirin' hatî nivîsin tevlî çalakiya îro bûn. Her wiha endamên TUAY-DER'ê jî bi pankarta 'Em bi germahiya rojê ya ku li zindanan bilind dibe xwedî li vîna xwe derdikevin' li gel astengiya polîsan li qada çalakiyê vekirin. Di çalakiyê de stranên bi kurdî hatin vekirin û di kursiya azad de jî welatî nêrînên xwe anîn ziman.    'Em ê berxwedana xwe mezin bikin'    Piştî çalakiya rûniştinê hevserokê HDP'ê yê Bajêr ya Amedê Zeyyat Ceylan axivî û bal kişand ser bertekên ku heta niha pêk hatî û wiha got: "Çalakiyên me yên şermezarkirinê gihaşt her derê cîhanê. Her wiha ji bo aştiyeke mayîn de divê em berxwedana xwe mezin bikin."   'Welatî êdî ji hiqûqê bawer nakin'   Seroka Giştî ya Komeleya OHD'ê Ayşe Acînîklî di çalakiyê de axivî û da zanîn ku li vî welatî bawerî bi hiqûqê nayê. Ayşe, wiha got: "Rojek bê dê dê derbarê bêhiqûqiyê de darizandinek pêk bê û berpirs dê hesabê bidin. Em her tim alîgirê hewladanên hiqûqê ne."   'Di mijara kurdan yekîtiya faşîstan...'   Serokê Platforma Komeleyên Başûrê Rojhilat û Rojhilatê Abdulhakîm Daş jî di çalakiyê de bal kişand ser xespkirina vîna gel û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Kesên ku îro qala demokrasiyê dikin, dema mijar dibe Kurdistan her tiştî ji bîrdikin û êrîşên bi faşîzanê pêk tînin. Ev tişt darbeyek e sîvîl e."   'Li Wan, Amed û Mêrdînê vîna gel hatiye xespkirin'   Endamê Kongreya Îslama Demokratî Erkrem Baran, da zanîn ku li Amed, Wan û Mêrdînê vîna gel hat xespkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kesên ku qala Îslamê dikin dizanin ku dizî guneh e. Ev bê edaletiyê û xespkirina maf e. Vîna hilbijêran hatiye xespkirin. Em berxwedana gel silav dikin. Divê her kes li cem kurdan cihê xe bigire."   'Zîhniyeta zordestî û serdestiyê şermezar dikin'   Ji Komeleya Alîmên Olî ya Stenbolê Mehmet Emîn Aslan, tayînkirina qeyûman şermezar kir û wiha dom kir: "Em zîhniyeta zordestî û serdestiyê şermezar dikin. Li Rojava çawa şaredarî bi azad xebatên xwe dikin divê li herêmê jî şaredarî bi azad xebatên xwe pêk bînin. Divê guh bidin dengê gel. Tayînkirina qeyûman ne hiqûqiye."   'Plana têkbirînê xistin dewrê'    Cîgirê Serokê TBMM'yê yê HDP'yî Mîthat Sancar, da zanîn ku tayînkirina qeyûman ne tiştekî nû ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî HDP'ê û siyaseta Kurdan 4 sal in polîtîkayên wekî binçavkirin, lêpirsin û girtin pêk tinîn. Ev 'planeke têkbirînê' ye. Piştî hilbijartinên 31'ê adarê li dijî yekîtiya gelan plana têkbirînê xistin dewrê. Lê em dê wan planan pûç bikin. Êşa hemû dayikan êşa me ye. Ji bo bi dawîbûna hemû êşan divê aştiyek pêk bê. Em vî welatî bi hêzên demokratîk bi rêvbebin."