ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-10 09:00:00   *Radyoya Dengê Kobanê vîn û berhemên xwe ji şoreşa gelan digire û li ser vê bingehê weşanê dike. Xebatkarên Dengê Kobanê dan zanîn ku Radyoya Dengê Kobanê radyoyek civakî, çandî, siyasî û hunerî ye û wiha gotin: "Em hewil didin ku bibin dengê gelê herêmê." DÎMEN HEYE   *Kampa Holê yek ji mezintirîn kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Rêvebera Kampa Holê Hemrîn Hesen derbarê Kampa Holê de got: "Divê dewletên navneteweyî  ji bo kampa holê, têkevin nava tevgerê da ku  xeteriya DAIŞ' ê li ser Sûriyeyê û tevahî  cîhanê dijwartir nebe." DÎMEN HEYE   *Şaredariya Şemrexê ya Mêrdînê ku di hilbijartinên herêmî de bi rêjeya dengekî mezin ket destê HDP’ê, niha rastî lêpirsîn û girtekan tê. Ligel vê ji bo her xebata ku şaredarî hewl dide bimeşîne jî divê Qeymeqamtî destûrê bide. DÎMEN HEYE    *Endama Komîsyona Wekheviyê ya girêdayê SEP’ê Gokçe Şenturk diyar kir ku bi hezaran Emîne Bulut ya nexwest bimre û keça wê ku nexwest dayika wê bimre hene û wiha got: “Di 17 sal desthilatdariya AKP’ê de ji ber hewldana muhafazakariyê civak ber bi aloziyê ve çûye.” DÎMEN HEYE    * Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku yek ji pisgirêkê herê mezin ya Tirkiyeyê betaliya jin û ciwanan e û got di vê mijarê de jî bandora qeyûman gelek zêde bû û wiha pê de çû: “Di pêvajoya qeyûman a 2016’an de jî hat dîtin ku betaliya jinan gelek zêde bûye û ev pêkanînên dijdemokratîk mirovan tîne vê asteke neyînî.” DÎMEN HEYE    *Parlamenter Semra Guzel tayînkirina qeyûman wek darbeya siyasî nirxand û got desthilatdarî destkeftiyên siyasî yên Kurd hedef digire û got: “Em ê li dijî xespkirina destkeftiyên Kurdan û HDP’ê bêdeng nemînin. Li dijî vê darbeya siyasî em ê têkoşîna herî rewa bimeşînin.” DÎMEN HEYE