Li Wan û Stenbolê pêla binçavkirinê 2019-09-10 10:50:10   WAN /STENBOL - Li navenda Wanê û li 8 navçeyên di serdegirtina malan de 17 endamên KCD’ê û HDP’ê hatin binçavkirin. Her wiha Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu rêveberên ESP di nav de 4 kes jî li Stenbolê hatin binçavkirin.    Polîsan serê sibehê li navenda Wanê û 8 navçeyên wê bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de bi piranî endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 17 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.    Navên ên hatin binçavkirin wiha ne: Nesîbe Akdag, Esra Babur, Dîlan Yildiz, Fîkret Dogan, Mehmet Saît Karabiyik, Fatîh Şahîn, Hasan Guven, Abdullah Keleş, Vahyettîn Uca, Ertugrul Korkmaz, Şefîk Ummaz, Bahattîn Yavuz, Seyît Kiliç, Hevserokê HDP’a Qelqeliyê Burhan Atmaca, Tahsîn Aktî, Veysî Aktî, Muhsîn Aladag.   Hevserokê Giştî û rêveberên ESP’ê hatin binçavkirin   Polîsan serê sibê li Stenbolê bi ser malên rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de girtin. Di serdegirtina malan de lêgerîn pêk hat. Piştî lêgerînê polîsan Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, Seroka Rêxistina Stenbolê Pinar Turk û endamên MYK’ê Huseyîn Îldan û Savaş Başak binçav kirin.