Yekemîn Kongreya TAJÊ dest pê kir 2019-09-10 11:32:32   ŞENGAL - Yekemîn Kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li Eywana Laleşê ya Bajarokê Xanesorê dest pê kir.    Yekemîn Kongreya TAJÊ bi tevlîbûna 300 delgeyan û şandeyên TAJÊ Rojava û TAJE yê derveyî welat û mevanên sazîyên civakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Yekemîn Kongreya TAJÊ dê bi rojevên xwendina nerînên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ser jina Ezidî, rapora xebatên TAJÊ yên 3 sala, rezikname û hilbijartinên meclisê berdewam bike.    Piştî erîşên DAÎŞê yên 3'yê tebaxa 2014’an ên li ser Şengalê bi sedan Ezidî hatibûn qetilkirin. Bi hezaran jin û zarokên Ezidî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn revandin. Heta roja îro jî bi hezaran jin û zarokên Ezidî windayî û di destên DAÎŞ'ê de ne. Piştî vê fermanê civaka Ezidî bersiva fermanê bi rêxistinkirinê da û rexistina xwe berfireh kir. Bi taybet jinên Ezidî di rêxistinkirina xwe de weke tolgirtina jinên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin, têkoşîn berdewam kirin. Ji fermana 3'ê tebaxa 2014’an de bi hezaran Ezidî neçar man ku ji cih û waren xwe koçber bibin. Ji ber vê jî Jina Ezidi yekemin rexistina xwe li Rojavayê Kurdistanê li Kampa Newroz dest pê kir. Yekemin konferansa Tevgera Azadiya Jinên Ezidi di Hezîrana 2015'an li Kampa Newroz û 3'ê tebaxa 2015'an li Şengalê pek hat. Piştî ku Şengal ji aliyê YPG/YPJ û YBŞ/YJŞ ve hate rizgarkirin bi hezaran Ezidiî vegeriyan ser ax û warên xwe. Piştî vegera Ezidiyan a Şengalê   Konferansa 2’emîn ya  TAJÊ di meha îlona 2016'an de li Şengalê pek hatibû. Piştî rêxistina jinên Ezidi mezin bû îro jî yekemîn kongreya xwe li dar dixe.