Li Mêrdînê ligel astengiya polîsan çalakiya rûniştinê pêk hat 2019-09-10 13:51:35   MÊRDÎN - Di çalakiya rûniştinê ya Mêrdînê de îro polîsan nehiştin welatî li avahiya HDP'ê derkevin. Lê parlamenterên HDP'ê li dijî dorpêça polîsan li parkê çalakiya rûniştinê li dar xistin.    23 roj in li dijî tayînkirina qeyûman li Amed, Wan û Mêrdînê çalakiyên şermezarkirinê tên lidarxistin. Li Mêrdînê îro bi heman armancê çalakiya rûniştinê dê bihata lidarxistin lê polîsan nehiştin welatî li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê derkevin. Parlamenterên HDP'ê Ebru Gunay, Pero Dundar, Meral Daniş Beştaş, Zuleyha Gulm, Dersîm Dag, Necdet Îpekyuz û Siddik Taş bertek nîşanî astengiya polîsan da û bi meşê çûn Parka Karayoluyê li gel dorpêça polîsan çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Ligel astengiyan çalakî hat lidarxistin   Di dema çalakiya rûniştinê de welatiyek xwest dîmen bikêşîne lê rastî astengiya polîsan hat û bi binçavkirinê hat tehdîtkirin. Her wiha welatiyên der dorê xwestin tevlî çalakiya rûniştinê bibin ji hêla polîsan ve hatin astengkirin û welatî cihê ku hatin rawestandin li vir dest bi rûniştinê kirin. Di çalakiyê de parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş axivî û parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay jî bi telefona xwe dimên kêşand û ji medyaya civakî re parve kir.    'Em dev jî çalakiyên xwe bernadin'   Meral, di çalakiyê de diyar kir ku di bin dorpêça polîsan de çalakiyê li dar dixin û nahêlin HDP'yî û welatî tevlî çalakiyê bibin. Meral, wiha axaftina xwe dom kir: "Welatî li cihek em jî li cihekî rûniştin û me çalakiya xwe pêk anî. Her wiha Wezareta Karê Hindûrin gotina qeyûmê qedexe kir û walîtî jî çalakiyên şermezarkirinê qedexe kir. Lê em tu carî dev jî çalakiyên xwe yên şermezarkirinê bernadin. Qeyûm nikare Mêrdinê bi rêve bibe."   Parlamenteran piştî daxuyaniyê da zanîn ku li parkê çalakiya xwe ya rûniştinê dê bidomînin.