Dayika Aştiyê rakirin nexweşxaneyê 2019-09-10 15:09:40   MEXMÛR - PDK'ê ev 55 roj in ku ambargo daniye ser Wargeha Mexmûrê. Dayikên Aştiyê li dijî vê ambargoyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Ji dayika Aştiyê, Şerbet Saleh ne rehet ket û ew rakirin nexweşxaneyê.   Ji 17'ê Tîrmeha 2019'an de PDK'ê ambargo daniye ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr). Ji bo rakirina dorpêçkirin û ambargoyê Dayikên Aştiyê xwestin bi rayedarên PDK'ê û Hukumeta Iraqê re hevdîtinê bikin lê rastî astengiya asayişê hatin. Li ser vê yekê Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayika Aştiyê ya bi navê Şerbet Saleh a ku ev 10 roj in di nava çalakiya rûniştinê de ye ne rehet ket û ew rakirin nexweşxaneyê. Niha di bin  çavdêriya bijîşkan de ye.    Bijîşka bi navê  Asye Buraq di derbarê rewşa Şerbetê de ji ajansa me re axivî û got:"Agahî dema ji me re hat me xwest em biçin hinda Dayikên Aştiyê lê asayişa PDK'ê nehiştin em biçin. Dayika Şerbetê qeyrana dil derbas kiriye. Niha di bin çavdêriyê de ye û em li benda encama tehlîla xwînê ne."   'Mafê tu kesî tune ye ku rê li pêşiya bijîşkan bigirin'   Her wiha Bijîşka bi navê Mediye Alman jî wiha got:"Ev 55 roj e dorpêçek li ser wargehê heye nahêlin bi tu awayî kes her û were. Berî niha me wek komek bijîşk xwest ku em serdana dayikên aştiyê bikin lê belê asayîşa PDK'ê rê neda. Berê tu nexweşiyên Dayîka Şerbetê tune bû ev 10 roj e di nava çalakiyê de ne. Mafê tu kesî tune ye ku rê li pêşiya bijîşkan bigirin. Em bang li neteweyên yekbûyî dikin ku li erkên xwe xwedî derkevin ji ber ev nêzikatiyên ku li wargihê tên kirin dijî mirovahiyê ne. Ji ber ku ev 25 sal e ev gel ji cih û warên xwe penaber bûne li ser vê axê dijîn."