Bêrîvan Mihemed: Divê em hemû kurd li dijî êrîşan serî hildin 2019-09-11 09:08:56   Roj Hozan   SILÊMANÎ - Endama Desteya Rêvebar a Tevgera Azadî Bêrîvan Mihemed derbarê êrîşên dewleta tirk ên li Başûrê Kurdistanê nirxandin kir. Bêrîvanê got: "Êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê xetere ye. PDK pêşî li van êrîşan vekiriye û pêşengtiya wê dike. Hebûna kurdan di xeteriyê de ye. Divê em hemû kurd li dijî êrîşan serî hildin."   Endama Desteya Rêvebar a Tevgera Azadî Bêrîvan Mihemed  derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û xeteriyên wê yên li ser her çar parçeyan axivî Bêrîvanê bi lêv kir ku her dem gelê kurd bi êrîşên mezin rû bi rû dimînin lê ya girîng serhildana gelê kurd a li dijî hemû cureyên êrîşan e û wiha got: "Divê bi rihê serhildana Şêladizê em tev bigerin û asta têkoşînê mezin bikin."   'Dewleta tirk dixwaze destkeftiyên Başûrê Kurdistanê tune bike'   Bêrîvan Mihemed di destpêka axaftina xwe de qala armancên dewleta tirk a êrîşan kir û wiha got: "Dewleta tirk ji hemû deman zêdetir niha dixwaze her çar parçeyên Kurdistanê bike bin desthilatiya xwe. Ji bo dagirkirina herêmên kurdan di nava tevgerê de ye û pilanên wê hene. Di sala 1991'an û şûnde dema hikumeta Başûrê Kurdistanê xweseriya xwe bi dest xist,  dewleta tirk bi rengekî eşkere digot ku şaşîtiyeke mezin li ber çavê wan derbasbûye û divê were sereastkirin. Her dem Tirkiye dixwest destkeftiyên Başûrê Kurdistanê tune bike û di bin kontorola wê de bimîne."    'Dewleta tirk li Başûr destkeftiyên gelê kurd hedef digire'   Bêrîvanê destnîşan kir ku dewleta tirk naxwaze Başûr bibe xwedî statu û wiha domand: "Bi derketina  terora DAIŞ'ê dewleta tirk ji xwe re alîgirek dît, da ku êrîşî herêmên kurdan bike. Di bin kontirola wan de DAIŞ êrîşî Şengal û Kerkûk kir. Di dema referendûma Başûrê Kurdistanê de jî Tirkiye li dijî statuya Başûr bertek nîşan da û bi dewletên derve re di nava têkiliyan de bû û referandûm vala derxistin. Di nava tifaqên wan de  li ser mijarên sînor, Kerkûk û aboriya herêmê li hev kirin. Niha jî bi hemû şêwazan dewleta Tirkiyeyê berê xwe daye axa Başûrê Kurdistanê û dagir kiriye. Dewleta tirk li Başûr destkeftiyên gelê kurd hedef digire."   'Divê her dem em li dijî planên qirêj hişyar bin'   Bêrîvanê da zanîn ku di Başûrê Kurdistanê  de qirîzên siyasî, aborî û leşkerî pir dijwar in ev yek jî derfet daye Tirkiyeyê ku siyaseta xwe li ser herêmê bide meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di aliyê siyasî de eger em  niha binêrin hikûmeta ku  li Başûr çêbûye jî bê destûra Tirkiyeyê ne hatiye çêkirin. Hemû wezîr û parlementer bi êrêkirina Tirkiyeyê re  erkdar bûne. Di aliyê leşkerî de jî piraniya cihên stratêjîk li Başurê Kurdistanê di bin destên leşkerên tirkiyeyê de ne. Di aliyê aborî de jî berhemên Başûr ên binerd û sererd kirine bin kontrola xwe û gelê herêmê jê bêpar dihêle. Tirkiye istixbaratên xwe derbasî sazî û dezgehên Başûr kiriye û rêxistinkirina civakê têk biriye. Em ji bîr nekin ev yek jî bêyî alîkariya partiyên desthilatdar çênabe. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê derfet daye dewleta tirk ku siyaseta xwe li ser herêmê bide meşandin. Tirkiye jî vê yekê wekî derfet ji xwe re dibîne. Divê her dem em li dijî planên qirêj hişyar bin."       'PDK rê li van êrîşên dewleta tirk vedike'   Bêrîvanê bal kişand ser desthilatdariya partiyên Başûrê Kurdistanê ku ew ji vê dagirkeriyê re dibin pêşeng û wiha dom kir: "Mirov dikare bi du şêwazan axaftinê xwe şîrove bike. Yek jê beşê Iraqê ye  û beşê din jî  herêma Kurdistanê ye. Tirkiye bê hevgirtina hikûmeta Başûr nikare gavekê li ser axa başûr bavêje. Di Başûr de du  hêzên desthilatdar hene, ev 28 sal in desthilatiya xwe li ser gelê wê derê ferz dikin, da ku li ser hikumê xwe bimînin. Gelê Başûr jî herî zêde vê demê siyaseta wan naxwazin. Dewleta tirk ji bo dagirkeriya xwe li Başûr rewa bike, bi van partiyan re di nava tifaqan de ye. PDK rê van êrîşên dewleta tirk vedike."        'Desthilatdar dixwazin vîna gelê Başûr bidin çewisandin'   Bêrîvanê di nava axaftina xwe de behsa hovîtiya hêzên desthilatdar kir û wiha got: "Di Başûrê Kurdistanê de ewqas hovîtî li ser gel tê kirin, da ku dengeyên azadiyê asteng bikin û nehêlin gelê herêmê rabê raperînan. Di nava hikûmeta Iraqê de jî tu îradeyek cidî tune ye. Dewletên derve wekî Rûsya, Emerîka, Îran, Israil û Tirkiye siyasetê didin meşandin. Em dikarin bêjin ku ev dewlet hikumê Iraqê dikin. Ambargoyên ku li ser Mexmûrê çêdibin,  ev hemû di hindirê tifaqên wan de ye û her kes li dijî vîna gelan tev digere. Bi  sedan rojnemevan, çalekvan û siyasetmedar di zindanên  PDK'ê de ne û hîn di dadgehan de derbas nebûne. Ev yek dide diyarkirin ku hêzên desthilatdar dixwazin vîna gelê Başûr bidin çewisandin."   'Bi rihê berxwedana Şeladizê em ê asta têkoşînê mezin bikin'   Bêrîvanê diyar kir ku divê êdî rê li zextên li ser gelê Başûr bê girtin û wiha got:"Niha rewşa li Başûrê Kurdistanê ber bi tehlûkeyê ve diçe. Di nava qada mayindeyên siyasetê de herî zêde yên ku dengê xwe bilind dikin partiya tevgera azadiyê ye. Tevgera azadî li ber xwe dide û têkoşînê li hember vê dagirkeriyê nîşan dide. Ji bo wê jî  her roj ev partî rastiya êrîşên hikûmetê tê, navendên Tevgera Azadiyê li Silêmaniyê û Dihokê girtin û endamên wan birin zindanan. Rewşeke xerab li başûr heye û ev yek jî ji bo hebûna kurdan xeterî ye.  Tirkiye dixwaze Kerkûk ji kurdan vala bibe. Divê li hember van kiryaran em asta têkoşîna xwe û bi rihê serhildana Şeladizê em berxwedana xwe mezin bikin. Divê em hemû kurd li dijî êrîşan serî hildin."