Zuleyha Gulum:Gotinên li dijî jinan cesaretê dide mêrên li kolanê 2019-09-11 09:12:45   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum kuştinên jinan û şîdeta heta îro tê meşandin nirxand û wiha got:"Desthilatdarî bixwe ji bo jina makul biafirîne her tiştî dike. Di ol, siyaset, hiqûq, aborî û jiyanê de mafê axaftinê nade jinê û ev helwesta desthilatdariyê jî cesaretê dide mêrên li kolanê. Li dijî vê pêvajoya tê jiyîn divê jin xwedî li destkeftiyên xwe derkevin."   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum diyar kir ku li her qada jiyanê jin rastî zextan tên û bi polîtîkayên desthilatdariyê re hewl tê dayîn destkeftiyên jinan bê tunekirin û wiha got: “Bi salane jin li dijî zextan têdikoşin û wê heta dawî jî berdewam bike. Li dijî zextan divê tevgerên jinan dest ji destkeftiyên xwe bernedin.”   ’Şîdet û kuştinên jinan her diçin zê de dibin ’   Zuleyhayê di axaftina xwe de bi lêv kir ku şîdet û kuştinên jinan her diçin zê de dibin û pergala serdest ya mêr bixwe rê li ber kuştinên jinan vedike û ev tişt bi lêv kir: “Pergala serdest a mêr ji xwe li cîhanê zêde bûye. Kujerên jinan nas in. Dema mirov li îstatîstîkan dinêrin piranî jinên tên kuştin ji aliyê xizmên wan ve tên qetilkirin. Di heman demê de di pêvajoya dawî de kuştinên jinan zêde bûne. Di meha dawî de 50 jin hatin kuştin. Ev tenê beşa ku di çapemeniyê de hatiye dîtinê ye. Lê kuştinên ku nayên dîtin jî hene. Hinek cînayet wek cînayet derbas nabin, wek qezayê nîşan didin.”   ‘Desthilatdarî bixwe êrîşan pêk tîne’   Zuleyhayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em li sedema zêdebûna kuştinên jinan binêrin. Sedema vê polîtîkayên pêvajoya dawî li ser dijminahiya li hember jinê ketine jiyanê ne. Pêla êrîşa li hember destkeftiyên jinan ji aliyê desthilatdariyê ve tên birêvebirin û pêkanîn. Em şahidiya vê dikin. Em bi desthilatdariya ku hemû destkeftiyên jinan hedef digire re hatine rû hev. Mînak hewl dide Peymana Stenbolê ji bo pêşîgirtina şîdeta li ser jinê hatiye îmzekirin, şûnde bikşîne. Her wiha hewl didin qanûna hejmara 6284 jî rakin. Ji ber vê jî ev dikarin bêjin ku desthilatdarî bi tu awayî mekanîzmayên parastinê pêk nayne.”   ‘Bi girtina saziyên jinan re pêşiya şîdetê hat vekirin’   Zuleyhayê daxuyakirin ku divê mekanîzmayên ku wekheviya tevlîbûna jiyanê û azadiya aboriyê ya jinan bê avakirin û wiha pê de çû: “Lê em dibînin ku tu mekanîzmayek parastinê ne di dewreyê de ye. Em dibînin ku biryarên parastinê pir zehmet tên girtin. Tevî ku jin çend caran serlêdanê dikin jî biryara parastinê dernakeve. Bûyera Emîne Bulut, mînaka herî aşkere bû. Di civakê de gelek deng da. Dethilatdarî neçar ma li dijî vê gotinê bêje. Lê ev desthilatdarî êrîşê jinên ku cînayetên jinan protesto dike. Me ev di 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê de dît. Saziyên jinan girtin. Hevşaredar ji peywirê girtin. Bi vê re pêşî li şîdetê vekirin. Ji ber cihên ku jin serî lê bidin nehiştin. Dema rewş wisa be bêguman wê pêşî li şîdetê jî neyê girtin.”   ‘Desthilatdarî ji bo jina makul biafirîne her tiştî dike’   Zuleyhayê destnîşan kir ku jin li dijî êrîşan bi tena serê wan hatine hiştin û hewl didin jinan bi pirsgirêkên wan re hepsê nav çar dîwaran bê kirin û got: "Desthilatdarî jina makul biafirîne her tiştî dike. Desthilatdarî hewl dide di çarçoveya xetên xwe de jinan biafirîne. Em vê çîroka jinan a jina makul qebûl nakin. Em dibêjin ku em ê maf û jiyana xwe biparêzin. Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin. Destilatdarî di mijara kuştin û şîdeta li hember jinan de nabe hêza çareseriyê. Ne tenê qanûn bi gotinên dijminahiya jinan jî cesaretê didin kujeran. Ji ber vê jî mêr cesaretê digirin û li dijî jinan her cureyê şîdetê pêk tîne."   ‘Wê nikaribin jinan bêdeng bikin’   Zuleyhayê destnîşan kir ku hewl tê dayîn ku bi destê dewletê serê kuştinên jinan bên girtin û got: “Em bi zîhniyeteke ku hewl dide dengê jinan bibirin re hatine rû hev. Li dijî vê jin, tevgera femînîst û tevgera jinan xwe ji kolanan nedan alî. Di OHAL’ê de yên ewil daketin kolanê jî jin bûn. Dîsa jin wê di her mijarê de gotina xwe bêje. Em jin bi hev re xurt in; ji ber em bi heman pirsgirêkan re hatine rû hev. Têkoşîna me ya me mezin kiriye heye. Tevgera jinan a Kurd di vê mijarê de têkoşînek cidî dide.”