Jinên Ciwan ên Girê Spî li dijî dagirkeriyê li qadan in 2019-09-11 13:27:26   GIRÊ SPÎ - Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe" meşek li dar xist.   Di çarçoveya rêzeçalakiyên hemleya Kongreya Star ku di 8'ê Tebaxê de hatibû destpêkirin, Yektîiya Jinên Ciwan (YJC) li Kantona Girê Spî meş li dar xist. Di meşê de Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclîsa Kantona Girê Spî, Kongreya Star û bi dehan jinên ciwan amede bûn. Di meşê de alên Kongreya Star YJC'ê hatibû hildan. Meş li Çarxarêya El Qefes dest pê kir heta çarxareya şaredariyê rawestiya. Paşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Cigîra Hevserokên Meclîsa Kantona Girê Spî Nesrîn Mehmûd axivî û got: "Jin ronahiya ku riya azadiyê ronî dike ye. Ji çirûskên destpêkê yên şoreşa 19'ê Tîrmehê ve jin bûne dayik, rêveber, şervan û siyasetmedar. Her wiha bi hêz û îradeya jinê me hovîtiya DAIŞ'ê têk bir û cîhan hemû rizgar kir. Ji bo vê jî wê gefên dewleta tirk li pêşiya me nebin asteng û em ê berxwedana xwe bidomînin û şoreşa xwe biparêzin."   Meş bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Berxwedan jiyan e" û "Bimre dagirkerî" bi dawî bû.