Li Helebê bi hatina sala nû ya xwendinê şahî hat lidarxistin 2019-09-12 14:28:34   HELEB - Bi despêkirina sala nû ya xwendinê, Mecilîsa Jinên Sûriyeyê ji zarokên dibistanên Helebê re şahiyek li dar xist.   Sala nû ya xwendinê li Helebê dest pê kir. Bi pêşengtiya Meclisa Jinên Sûriyeyê û ji bo kêfxweşiyek bikeve nava dilê zarokan, şahiyek ji zarokan re hat çêkirin. Şahî li dibistana Eye Qsên ya Şêx Meqsûdê bi tevlîbûna bi sedan ji şagirtên dibistana pêk hat. Şêwekar jî tevlî şahiyê bûn û li ser rûyê zarokan wêne xêz kirin û dilê wan kêfxweş kirin. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê, axaftin ji aliyê Rêveberiya Meclisa Jinên Sûriyeyê Heyifa Hesen ve hat kirin.     'Zarok jiyanê xweş dikin û bi kêf dihêlin'   Heyfayê wiha got: "Bi hatina sala nû ya xwendinê em weke  Mecilîsa Jinên Sûriyeyê me xwest ku em ji zarokan dibistanê re şahiyekê li dar bixin, da ku moralê wan baş bikin û kêfxweşiyekê bikin nava dilê wan. Me bi şêwekaran re tensîq çêkir da ku em derbasî dibistanan bibin û zarokan bibînin. Zarok jiyanê xweş dikin û bi kêf dihêlin."   'Zarok mizgîniyên xweş in'   Di dawiya axafina xwe de Heyfayê bal kişand ser bandorên şer ên li ser zarokan ku ew dixwazin zarokan dûrî vê rewşê bikin û wiha axaftina xwe dom kir: "Zarok mizgîniyên xweş in, ji bo wê jî divê em bala wan bikşînin tiştên xweş di jiyanê de û wan dûrî şer û bandorên wê bikin. Divê zarok li ser esasê zanisteke demokratîk mezin bibin. Zarokên nifşên nû pir zerar ji şer dîtine û hîn jî di bin wê bandorê de ne. Ji ber bûyerên di zaroktiyê de zû bi zû nayên jibîrkirin, ev yek jî bandorek neyînî li ser zarokan dike. Ji bo wê jî em ê li vî rihê zindî baldar bin û pêşeroja zarokan ronî bikin."   Şahî bi belavkirina şêraniyê û bi gotina stranan bi dawî bû.