Kalê Efe yê di bin wesayita zirxî de ma jî bi TOAM'yê hatiye kuştin 2019-09-12 16:48:45   AMED - Hat diyarkirin ku kalê zarokê 6 salî Efe Tektekîn jî berî bi salekê di encama qelibandina TOMA'yê de jiyana xwe ji dest daye.  Hat îdiakirin ku walîtî jî li malbatê geriyaye û gotiye, "Werin em li hev bikin."   Li ser kolana Emekê ya li navçeya Baglar ya Amedê di 11'ê Îlonê de zarokê 6 salî Efe Tektekîn di encama lêdana wesayita zirxî de eçiqî.  Efe yê ku xwişka wî ew şandibû dan bistîne wesayita ku bi lez dihat lê qelibî û Efe di binîde ma. Efe piştî ku wesayit lê hat qelibandin rakirin nexweşxaneyê û hat diyarkirin ku serê wî ji 40 cihî de şikestiye û hemû organên wî îflas kirine. Efe yê ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tê dermankrin xeteriya wî ya jiyanê berdewam dike û malbata wî jî ji bo ku agahiyekê ji alawê xwe bigirin li ber nexweşxaneyê ne.     'Wesayita zirxî bi lez bû'   Li gorî îfadeya kesên ku bûn şahidê bûyerê hat diyarkirin ku wesayita zirxî li kolana ku divê hêdî biçûna bi lez û bez diçû. Kolan li gel ku tenge hem ji bo çûnê û hem jî ji bo hatinê tê bikaranîn, wekî ku ev jî ne bes be li kêleka rê jî wesayit tên park kirin ku ev jî xeteriyeke mezin e. Lê wesayita ku dihat di bedêla leza xwe kêm bike gelek bi lez hat û bû sedema qezayê.    Kalê wî jî di encma qelibîna TOMA'yê de hat kuştin   Herwiha berî bi salek û 4 mehan jî kalê Efe Mehmet Tektekîn jî di encama qelibandina TOMA'yê de giran hatibû birîndarkirin û piştî ku rakirin nexweşxaneyê bi du rojan jiyana xwe ji dest dabû.  Li gel ku kuştina Mehmet bi kamerayên mobese hatibû qeydkirin jî kujerê wî yê polîs tenê bi 2 sal û 3 meh ceza hat cezakirin û hat diyarkirin ku wê polîs vî cezayî jî ranezê.    Walîtiyê ji malbatê re got, "Em di nav xwe de hal bikin"   Hat diyarkirin ku Muduriyeta Emniyetê li bavê Efe Ahmet Tektekîn geriyaye û gotiye, "Em di nav xwe de hal bikin" û herwiha di heman demê de hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Solu, Qeymeqamê Baglarê û Walîtiya Amedê jî li malbatê geriyane û heman tişt gotine.