Li Akademiya Şehîd Jiyan dewreyek perwerdeyê dest pê kir 2019-09-12 16:49:39   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo pêngava ‘Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser piyan’ li Akademiya Şehîd Jiyan dewreyek a perwerdeyê dest pê kir.    Ji bo pengava ‘Ji bo azadî  û guhertinê tu jî rabe ser piyan’ li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar ku ji 30 jinên di saziyên cuda de cih digirin, dewreyek a perwerdeyê li Akademiya Şehîd Jiyan dest pê kir.   Perwerdeyê di destpekê de bi deqeyek rêzgirtin a ji bo  cangoriyên azadiyê dest pê kir. Li ser giringiya vê perwerdeyê mamosteya Akademiya Şehîd Jiyan Bêrivan Ayaz axaftina vekirinê kir û got: “Di destpekê de ez xêrhatina we dikim. Ji bo ku em hîn zêdetir di karê xwe de serkeftî bin ji bo jinên  saziyên cuda yên wargehê  perwerdeyek hat destpêkirin. Bi pêşengtiya Meclîsa Îştar perwerdeyê cuda cuda li Akademiya Şehîd Jiyan me dane destpêkirin. Hatina we ya ji bo vê perwerdeyê ronahiyek a jiyanê ye.”    Hêjayî gotinê ye ku wê ev perwerde hefteyekê berdewam bike.