Efe yê ku wesayeta zirxî lê qewimî jiyana xwe ji dest da 2019-09-13 09:48:16   AMED - Zarokê bi navê Efe Tektekin ê 6 salî ku wesayeta zirxî lê qewimî jiyana xwe ji dest da.    Do li Kuçeya 5 Nisanê ya Navçeya Rezan wesayeta zirxî li zarokê bi navê Efe Tektekin ê 6 salî qewimî. Ji bo Efe teşhîsa xwîn çûye ser mejî danîbûn. Efeyê ku li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da.