Li Pîranê yek jê jin 2 kes hatin girtin 2019-09-13 13:10:30   AMED - Sidika Akkûm û Huseyîn Olgaç ku li navçeya Pîranê di operasyoneke leşkerî de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.    Welatiyên bi navê Sidika Akkûm û Huseyîn Olgaç ku di 10 mehê de li gundê Pîrejman ê navçeya Pîranê ya Amedê, di operasyoneke leşkerî de hatibûn binçavkirin, li dadgeha ku derketinê hatin girtin. Hat hînbûn ku  Sidika û Huseyîn bi angaşta ku "alîkariya rêxistiya" rêxistinê kirine, hatin girtin. Piştî biryara girtinê ya dadgehê Sidika û Huseyîn şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.