Jinên Ciwan ên Mexmûrê banga bi hestiyariyê kirin 2019-10-08 18:10:48   MEXMÛR - Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bal kişand ser amadekariyên operasyoneke muhtemel a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gotin: "Em bang li tevayî gelan, Neteweyên Yekbûyên, tevayî sazî û dezgahên mafê mirovan dikin li hemberê dagirkeriyê têbikoşin."   Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li ser amadekariyên operasyoneke muhtemel a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Bi sedan ciwan û şêniyên wargehê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla endama Tevgera Jinên Ciwan Yasemîn Îşlek ve hat xwendin.   Yasemîn, di daxuyaniyê de bal kişand ser kiryarên dewleta tirk û got: "Dewlat tirk dixwaze herêmê carekî din bide destê çeteyan û li herêmê siyaseta xwe ya mêtinger bimeşîne. Weke berdewamiya Komploya 9’ê Cotmehê armanç dikin ku hebûn û azadiya Gelê Kurd ji holê rakin."   'Dixwazin destkeftiyên kurdan ji holê rakin'   Yasemîn, di daxuyaniyê de qala Komploya 9'ê Cotmehê kir û wiha axaftina xwe domand: "Dewleta tirk ya dagirker bi hincetên pûç û vala armanc dike ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Ferseta dagirkeriyê dewleta tirk weke berdewamiya komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di salvegera 9’ê Cotmehê de hewl dide ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirbike û destkeftiyên Gelê Kurd û gelên bindest ji holê rake."   '7 sal têkoşîna azadiyê hat dayîn'   Yasemîn, di daxuyaniya giştî ya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê de da zanîn ku di dîrokê de Gelê Kurd li hemberî şer hertim li ber xwe dane û wiha dom kir: "Gelê kurd dê niha jî li hemberî êrîş û dagirkeriyê li ber xwe bide. Li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 7 sal in bi pêşengtiya Gelê Kurd têkoşîna azadî û rûmetê tê dayîn û bi xwîna hezaran şehîdan têkoşîna hat dayîn."   'Em bang raya giştî dikin bêdeng nebin'    Yasemîn di dawiya daxuyaniyê de bang li sazî û dezgehên mafên mirovan kir û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Wekî mirovê ku ev bi 10 sal in ji axa xwe bi zorî hatin koçberkirin. Em şêniyên li wargeha Mexmûrê dijîn, baş dizanin ku ji axa ku lê koçkirin penaberî û hemû trajediyên mirovahiyê tê çi wateyê em dizanin. Ji bo wê jî em di serî de bang li Gelê Kurd û tevayî gelan, Neteweyên Yekbûyên, tevayî sazî û dezgahên mafê mirovan, sazî û rêxistinên sivîl dikin ku li hemberê dagirkeriya dewleta tirk têkoşîn û dagirkeriyê têk bibin."