Jinên Êzidî: Komplo bi şêwazên cuda didome 2019-10-09 09:19:28   Nesrîn Hisên - Delîla Axîn   ŞENGAL - Jinên Êzidî diyar kirin ku bi rêxistinbûnê dikarin li dijî komploya ku bi şewazên cuda tê domandin derkevin û wiha gotin: "Azadîxwez dê li dijî komployê bibin yek û li ber xwe bidin."   Derbarê salvegera Komploya Navneteweyî 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jinên Êzidî nêrînên xwe anîn ziman. Jinan destnîşan kir ku jinên Êzidî ku piştî fermana 3'yê tebaxa 2014'an ji nêz ve felsefeya Abdulah Ocalan nas kir.    Heyat Bedel ji gundê Kersê yê girêdayê Şengalê dijî û di axaftina xwe de bal kişand ser komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Fikr û felsefeya Rêber Apo ji bo azadiya hemû gelan bû rêya ronahiyê. Derketina Rêber Apo û felsefeya azadiyê ji bo hêzên desthiladar bû tirseke mezin. Di şexsê Rêber Apo de komplo li dijî gelên azadîxwez pêk hat. Ji ber ku desthiladar ne tenê tunekirina civakê ji bo tunekirina vîn û yekîtiya gelan xwe ava dike. Dewletên Navneteyeyî, bi serkêşiya NATO'yê li dijî fikra azadiyê bûn yek û komplo li pêş xistin. Niha jî bi şêwazên cuda didome."   'Divê azadîxwez li dijî komployê bibin yek'    Heyat, diyar kir ku jinên Êzidî bi naskirina fikr û felsefa Abdullah Ocalan guherî û wiha dom kir: "Îro fikr ji bo mirovahiyê bûye ronahî. Hemû civak li ser axa xwe îradeya xwe ava kirin. Jinên Êzidî bi naskirina fikre Rêbertî bûn hêz û li ser axa xwe li ber xwe dan. Bi vî felsefeyê yekîtiya gelan ava bû. Her kesî ku azadiyê dixweze pêwîst li dijî vê komployê rabin ser piyan dengê xwe bilind bikin."   'Dixwazin vîna gel tune bikin'   Meyan Xwedêda, bal kişand ser berxwedan û têkoşîna jinên kurd û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Di serî de ez komploya navdewletî ku li dijî Rêber Apo hatî pêşxistin şermezar dikim. Ev komplo ne tenê li ser Rêber Apo, li ser vîna azad e. Hemû dewletên navneteweyî bi hev re komplo li pêş xistin û xwestin vîna gelan tune bikin."   'Em bi fikrê Rêber Apo li ber xwe didin'   Meyan, da zanîn ku komplo bi ser neketiye û wiha got: "Berxwedan û vîna azadiyê li her dere belavbûye. Gelê azadîxwez ber bi azadiya xwe ve diçe. Projeyê Rêber Apo ji bo azadiya jinê yekîtiya gelan û azadiya mirovahiyê roj bi roj pêk tê. Em weke jinên Êzidî bi fikre Rêber Apo îro em li ser axa xwe dikarin li ber xwe bidin, xwe bi rêxistin bikin û bibin îrade."   'Li dijî komployê rabin ser piyan'   Meyan di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya gelên azadîxwez kir û wiha bi dawî kir axftina xwe: "Ez bang bi taybetî bang li jin û civaka Êzidî dikim ku li dijî komplo rabin ser piyan û xwedî li Rêberê xwe derkevin. Erka me xwedî derketina li Rêber me ye. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye.”