3'yemîn Kongreya Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê bi dawî bû 2019-10-09 09:29:27   MEXMÛR - 3'yemîn Kongreya Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê bi dirûşma "Ji bo azadî û guhertinê tu ji rabe ser piyan" bi dawî bû.   3’yemîn Kongreya Tevgerên Jinên Ciwan a Mexmûrê Li Salona Konferansê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî(Mexmûr) bi dirûşma "Ji bo azadî û guhertinê tu ji rabe ser piyan" bi beşdarbûna 400 delegeyan dest pê kiribû. Salon bi alên PKK, KCK, KJK, YJA Star, posterên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Sakîne Cansiz û şehîdan hatibû xemilandin.  Kongre piştî nîvro bi xwendina raporên dû salan, pêşnûme biryar û hilbijartina meclîsa nû ya ji 23 kesan dewamkir. Endamên meclisa  nû sond xwarin. Kongrey  piştî sondxwarinê bi axaftina Hevseroka Şaredariya Wargeha Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan duh êvarî bi dawî bû.   Arzû Îlhan Kongreya Tevgera Jinên Ciwan A Mexmûr despêkê li Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê, tevahî delege û ciwanan pîroz kir û wiha domand: “ Hêvîdar im ku ev kongreya Jinên ciwan  bibe hejandinek ji bo carek din wek jinên ciwan li Mexmûr û ciwan di civaka Kurd de,  rola pêşengiyê bigirin ser xwe.”   Piştî axafinê, dirûşmên “ Bijî serok Apo, Jin jiyan azadî’ hatin berzkirin û kongre bi gerandina govendê bi dawî bû.