Şêniyên Mexmûrê li dijî komploya 9'ê Cotmehê meşiyan 2019-10-09 12:13:56   MEXMÛR - Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî komploya 9'ê Cotmehê meşiyan û daxuyanî dan.    Şêniyên Mexmûrê li dijî komploya 9'ê Cotmehê meşiyan û daxuyanî dan. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên "Bê Serok jiyan nabe" hatin hilgirtin.    Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir li ber navenda çand û hunera wargehê daxuyanî hat dayin. Berî daxuyaniyê deqeyek rêz ji bo cangoriyên azadiyê hat girtin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em di serî de vê komployê şermezar dikin. Hêzên desthilatdar ji xwe re wer hesibandin wê bi kompoyan dawî li tevgera me bînin lê belê ew bi ser neketin. Em di pêvejoyek hesas re derbas dibin. Pêwist e her kes hişiyar û xwedî helwest be. Xeterên mezin li ser me hene û bazarên qirêj li ser tevgera me tên kirin. Niha jî Erdogan gefan li rojavayê kurdistanê dixwe dixwaze her derê bixe bin serweriya xwe. Pêwist e em rê nede vê yekê.”    Daxuyanî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.