‘Hêz û îradeya me ji bo azadî û welatê me xurtir dibe’ 2019-10-09 12:21:09   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Endama Koordinasyona Kongreya Star a Rojava Hediye Şemo bi munasebeta  21'emîn salvegera komploya 9'ê Cotmeha li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxadin kir û got: "Serokê me îradeya me ye, em ê bi têkoşîn û berxwedane xwe  Serokatî azad bikin."   Li ser komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 21 sal derbas bû. Rola her dewletekê di komployê de hebû. Armanca vê komployê fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têk birinbû. Heya roja îro jî ew komplo berdewam e. Têkîldarê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê  Endama Koordinasyona Kongreya Star a Rojava Hedîye Şemo nirxandinên girîng kir.   Hediye di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser despêkirina komploya navneteweyî û wiha pê de çû: "Azadiya Gelê Kurd di dilê dewleta tirk de metirsiyeke dijwar ava kir. Bi rojane fikrê Rêbertî di nav gel de belav dibû û  gel pê ve dihatin girêdan. Loma dewleta tirk bi planek cuda bi alîkariya hin dewletên navneteweyî komplo li ser Rêberê me pêk anî, heta ku  di 15'ê sibata 1999'an de dîlgir tin û teslîmê tirkan kirin. Tevî ku Serokatî di zindanê de ye, lê ew zindan kiriye dibistana  fikirê xurt û kûr."      'Girtina rêbrtî bi armanca qirkirina Gelê Kurd bû'   Hediye armanca dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û wiha axivî: "Dewleta tirk armancên wê, gel tunekirin bû, ew jî bi dîlgirtina Serokatî dixwest vê yekê ji me re bidin isbatkirin. Dewleta tirk baş dizane ku Gelê Kurd bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo tev digeriyan. Dagirkeriya tirk projeya wekheviya gelan û netewa demokratîk ku bi giştî netew di bin siya welatekî de bijîn qebûl nake. Loma jî bi komployên xwe Rêberê me xist zindanê. Dibe ku Rêberê me di zindanê de ye, tevî wê jî, em bi fikir û felsefeya Rêber Apo rêya xwe ronî dikin."    'Girêdana jinê bi felsefeya azad re zêde bû'   Hediye qala girêdana jinê bi felsefeya azad ve dike ku jin bi saya vê felsefeyê bû xwedî rêxistin û wiha domand: "Dîlgirtina rêber Apo herî zêde bandora xwe li ser jinê kir, ji ber girêdana felsefeya azad zêde bû. Fikrê rêbertî jinên xwedî iradeyên saxlem ava kir. Girtina rêbertî nayê wateya ku em ê dev ji têkoşîna xwe berdin. Hêrs, hêz û îradeya me ji bo azadî serok û welatê me xurtir dibe."