Şêniyên Qamişloyê 9'ê cotmehê û gefên dewleta tirk bi meşekê şermezar kirin 2019-10-09 12:48:53   QAMIŞLO - Bi dirûşma 'Azadiya Rêber Apo, azadiya gelan e', şêniyên Qamişloyê salvegera 21'emîn ya 9'ê cotmehê û gefên dewleta tirik ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şermezar kirin. Di meşê de peyama têkoşîna li dijî êrîşan hat dayin.   Îro bi pêşengtiya Kongreya Star û Meclîsa bajarê Qamişloyê bi sedan şêniyên bajar û endamên sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk salvegera 9'ê cotmehê û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bi meşekê şermezar kirin. Di meşê de alên Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), YPJ/YPG'ê û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, her wiha pankartên 'Bimrin hêzên komploger, Bijî berxwedana Îmraliyê', 'Azadiya Rêber Apo Azadiya gelan e', hatin hilgirtin.   Meş ji Çerxerêya rojhelatê bajêr dest pê kir û bi  qêrînên dayîkan û nîşana sekeftinê dirûşemeyên' Qatil Erdogan, Bijî Rêber Apo, Na ji Komploya navnetewî re, Na ji dagirkeriya Tirk re, faşîst Erdogan', hatin berzkirin.   Meş li çerxareya Sonî rawestiya û pişt re deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê hat girtin. Li ser navê Kongreya Star Daliya Henan axivî. Daliya tevahî hêzên komploger şermezar kir û got: "21 sal li ser komploya navnetewî a li ser Rêber Apo derbas bû, ji ber tevgera me tevgerek ji bo mirovahiyê ye, hêzên komploger jî armanca wan xwesetin vê tevgerê di şexsê Rêber Apo de tune bikin. Lê belê ev yek pêk nehat. Ev ne komploya yekê û ne ya dawî ye li ser gelê me tê meşandin. Komploya 9'ê cotmehê dest pê kir heta roja îro berdewam e. Îro jî dixwazin çand, ziman û hebûns gelên Bakur û Rojehlatê Sûriyeyê tune bikin. Lê divê dewleta tirk baş zanibe hêza me û gelê me bi yekrihî li hemberî hemû êrîşan e. Em xwedî vê axê ne û em li ser vê axê dijîn, ger ji bo wê jî em bimirin ser seran û çavan."    Her wiha li ser navê meclîsa bajêr Nûrî Ibrahîm jî axivî û komploya navneteweyî şermezar kir.   Meş bi dirûşmên" Bijî Rêber Apo", "Jin jiyan azadî", "Bimre faşîzma Erdogan", bi dawî bû.