Di çalakiya rûniştinê de komploya navneteweyî hat şermezarkirin 2019-10-09 14:22:20   MÊRDÎN - Di çalakiya rûniştinê ya ku ji aliyê HDP'ê ve li dijî qeyûman hat destpêkirin di roja xwe ya 52'emîn de dewam kir. Di çalakiyê de komploya navneteweyî hat şermezarkirin.   Di çalakiya rûniştinê ya ku ji aliyê HDP'ê ve li dijî qeyûman hat destpêkirin di roja xwe ya 52'emîn de dewam kir. Di çalakiyê de komploya navneteweyî hat şermezarkirin. Li ber avahiya bajêr a HDP'ê di bin dopêçkirina polîsan de çalakiya rûniştinê pêk hat. Parlamenterê HDP'ê Musa Farisogulari û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Îradeya gel nayê xespkirin" hat hilgirtin.    Di daxuyaniya hat dayin de komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat û ket sala xwe ya 21'emîn hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de banga têkoşîna li dijî komployê hat dayin.    'Aştî dibe sedema serkeftina herkesî'   Di daxuyaniyê de hat goti ku  hîn dereng neketiye bila dawî li polîtikayên şer bê anîn û aştî dibe sedema serkeftina herkesî.   'Dê gel li dijî şer her bibêje aştî'   Piştî daxuyaniyê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogluari axivî. Musa got:"Em serîhildana xwe ya 52 rojî pîroz dikin. Qeyûm tayînî ser îradeya gel kirin. Ev 52 roj in em li vê qadê li berxwe didin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî şer bidomînin. Dê gel li dijî şer her bibêje aştî.   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.