Şêniyên Kobanê komploya 9'ê Cotmehê bi daxuyaniyekê şermezar kirin 2019-10-09 14:35:44   KOBANÊ - Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya  9'ê cotmehê ya ku  li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat meşandin şêniyên Kobanê daxuyanî dan.   Bi  boneya 21'mîn salvegera komploya navneteweyî ya ku  li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, Kongreya Star û  Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Kobanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê  de bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, sazî û dezgehên rêveberiya xweser beşdar bûn.  Daxuyanî li qada jina azad  hat  dayîn û ji aliyê  Endama Navenda Zanist û Lêkolînan a Jinelojiyê Dicel Heyder  ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   Bi navê rêxistina Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) em komploya navneteweyî ya ku kete sala xwe ya 22'emîn şermezar dikin. Di vê komployê de destên îxanetê li dijî  xwediyê fikir û ramanên azad bûne yek.  Di kesayeta Rêber Ocalan de xwestin Gelê Kurd û tevahî mirovahiyê bigirin dest û projeya azadiyê ji holê rakin.   Bi vê komploya navneteweyî û bi dîlgirtina serokê  me, em  îro pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn dijîn. Weke  ku tê zanîn komplo hîn berdewam e. Piştî bidawîkirina DAİŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser destê hêzên me, em îro bi gefên Tirkiyê re rû bi rû dimînin.    Herî dawî gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin pêş. Tevî hewildanên me ji bo pêkanîna  aramiyê, lê dîsa jî dewleta tirk bi vê yekê ne bawer e û dixwaze herêmên bike bin dagirkeriya xwe. Dewleta tirk projeya demokrasiyê û wekheviya gelan  dixwaze têk bibe. Eger êrîşek çêbibe wê xeteriyên mezin derkevin pêşiye tevahî cîhanê.    Em weke  gelê  herêma Firatê soz didin ku em ê erka xwe ya welatpariziyê û piştgiriya hêzên parastinê pêk bînin. Her wiha banga me ji hemû saziyên mafên mirovan civaka navneteweyî û hêzên koalisyonê  re heye ku li hember van êrîşan bê deng nemînin û helwesta xwe li beramberî dagirkeriya tirkiyeyê zelal bikin. Têkoşîna me ji bo parastina axa me wê bidome.   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana gelê Rojava", "Bijî berxwedana YPJ/YPG û QSD'ê"  bi dawî bû.