Jinên Qamişloyê: Em ê axa xwe biparêzin 2019-10-09 14:42:54   Civîn Husên-Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Jinên Qamişloyê ku tevlî meşa girseyî ya şermezarkirina gefên dewleta tirk û salvegera 9'ê cotmehê bûn diyar kirin ku têkoşîna gelên herêmê yek e û berxwedana wan bi hev re didome û gotin: "Baweriya me bi hêza me heye."   Di meşa ku îro şêniyên bajarê Qamişloyê bi hemû netewên xwe ji bo salvegera 9'ê Cotmehê û şermezar kirina gerfên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan, jinên tevlî meşê bûn bertekên xwe nîşan dan.   'Em ê bi ser kevin'   Dayika têkoşer Qendîl Zekiya Elî diyar kir ku nameya dayîkên şehîdan û tevahî gelên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê ji bo Erdgoan yek e  û got: "Erdogan nikare xaka me dagir bike heta ku em hene. Em ê bi ser kevin ji ber em dayîkên şehîdan her yek bombeyek in û pêwîst bike em ê xwe di dijimin de biteqînin. Bi gefên xwe dixwazin me bitirsînin, lê em natirsin. Baweriya me bi şervanên me heye, şêr ji şêran çêdibin, serokê û axa me şêrînin em jî kezeba xwe fedayî wan dikin. Bila tevahî gel hêza xwe ji dayîkên wek me bigirin, bi temenê xweyî mezin ez li himber faşîstê Erdogan disekinim."   'Em li vir in û em ê li vir jî bimînin'   Hevseroka Desteya Diravî ya Herêma Cizîrê Remziye  Mihemed da zanîn ku gelên Qamişloyê bi hemû netewên xwe derketine qadan û 9'ê cotmehê û gefên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê şermezar kirin û wiha dom kir: "Gef û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamiya komploya navnetewî ye. Em baş dizanin dewleta tirk çavê xwe berdaye xaka me û bi çi awayî be dixwaze axa me dagir bike, li beramberî wê jî berxwedana gelê me her roj mezintir dibe. Em li vir in û em ê jî li vir bimînin."   'Ax, rûmet û dîroka xwe heta dawiyê em ê biparêzin'   Endama hêza Parastina Civakî ya Jin Mûnîra Şakir jî wiha got :"Hêza me YPJ/YPG/QSD'ê heye, tiştek ku em jê bitrisin nîne. Em amed ene û her roj bi hezaran em li ser piyan e. Erdogan çi bêje û çi gefan bike nikare vîna me bişkîne. Îro şoreş e bi hemû netewan dengê me yek e û em ê bi hev re jî li ber xwe bidin. Gel dîroka xwe bi têkoşîna xwe dinivîsin, îro em rûmet, ax û dîroka xwe diparêzin û heta dawiyê em ê biparêzin."