Di Nobeta Demokarasiyê de komplo hat şermezarkirin 2019-10-09 14:55:35   AMED - Di Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûman de, bal hat kişandin ser Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku radestî Tîrkiyeyê hat kirin.   Bi fermana Wezîrê Karên Hundir, qeyûm tayînî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) ya Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn kirin. Li dijî tayînkirina qeyûman Nobeta Demokrasiyê ku hat destpêkirin di roja 52'emîn de berdewam dike. Di çalakiya ku îro jî li ser kolana Lîseyê berdewam kir de Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an ya Navneteweyî ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin hat şermezarkirin. Di çalakiya ku di bin dorpêça polîsan de berdewam kir de parlamenterên HDP'ê , Endamên meclîsan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê , Nunerên partiyên siyasî yên kurd, Meclîsa Ciwanên HDP'ê û ya Jinan a HDP'ê cih gitin. Di çalakiyê de dirûşmên, "Bijî serok Apo" hatin berzkirin û komploya navnetweyî û êrîşên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.    'Divê muzakere bên destpêkirin'   Hevseroka Rêxistina Bajêr a Amedê Hulya Alokmen di nobetê de axivî û diyar kir Abdullah Ocalan komploya 9'ê Cotmehê vala derxist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê niha li Îmrahiyê tecrîde ke giran heye û bi pergalî tê birêvebirin. Projeyên Abdullah Ocalan ya derbarê aştî û demokrasiyê ji holê rakirin. Kesek bi şer ser nakeve, lê aştî dibe serkeftina hemû kesan. Ji ber vê jî divê dev jî polîtîkayên şer berdin. Her wiha banga sazkarê aştiyê birêz Abdullah Ocalan bê guhdarkirin û muzakere bên destpêkirin."