Li Şehbayê komploya 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin 2019-10-09 15:09:43   ŞEHBA - Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya "Dagirkerî û gefên Erdogan li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê berdewamiya komploya 9’ ê Cotmehê yê li ser Rêber APO ye" meşek li gundê Babinisê li dar xistin.   Bi dirûşmeya "Dagirkerî û gefên Erdogan li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê berdewamiya komploya 9’ ê Cotmehê yê li ser Rêber APO ye" gelê Efrîn û Şehbayê komploya navnetewî bi meşek girseyî şermezar kirin. Meş li gundê Babinisê hat lidarxistin. Bi hezaran şêniyên herêmê, Yekitiya Jinên Şehba, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, sazî û dezgehên civakî tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa "9'ê Cotmehê li Rojava des pê kir, wê li Rojava têk biçe", "Bi hêz, bawerî û polîtîkaya Abdullah Ocalan wê dîroka dagirkeriya qirêj ji holê rabe" û "Er ê ji wekheviya gelan re" hatibûn hildan û bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" û "Bimre îxanet" hat berzkirin.    Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Hediye Yusif, li ser navê Endama Kongreya Star Zelox Reşîd, Hevserokê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Beki Elo axivîn û wiha gotin: "Îro berdewamiya komployê li ser Gelê Kurd bi riya Hemû gef û êrîşên ku li ser Rojava tê meşandin. Gelê Kurd û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wê xetê berxwedan û têkoşînê bilind bikin û bibin bersiva li hember êrîşan."    Meş bi dirûşmeyên "Bijî Serok APO", "Bijî wekheviya gelan" û  "Bimre îxanet" bi dawî bû.