Li gelek herêmên Rojava êrîş berdewam dike 2019-10-09 17:49:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye li hemberî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgera leşkerî da destpêkirin û ligel bombebaran didome niha jî xetên telefonê hatin qûtkirin û wêşana Ajansa Nûçeyan a Hawarê hat astengkirin.    Piştî nîqaşên ku amadekariyên operasyonek muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihat kirin li Meclîsê jî biryara şer hat dayîn. Piştî biryarê îro li hemberê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyona leşkerî hat destpêkirin.    Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê hatin girtin, di serî de balafirên şer êrîş bir ser Mişrefê yê Serêkaniyê û pişt re jî êrîş bir ser Eyn Îsa, Girê Spî û gundê Sêgirka yê Qamişloyê û bi ser Dirbêsiyê de anî. Herî dawiyê jî li hemberî Dêrikê jî êrîş pêk hat.   Her wiha piştî erîşan li seranserî bajarên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê xetên telefon û înternetê hatin qûtkirin. Welatiyên li ser xeta sînor nikarin bi telefonê bi hev re pêywendiyê deynin.   Ji aliyê din Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ya li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê weşanê dike jî ragihand ku ew ji ber êrîşên li ser xetên telefon û înternetê nikarin wêne û vîdeoyan bar bikin û nûçeyan barbikin.   Li Gundê Mişrefaya kesek jiyana xwe ji dest da û Ebû Ziyabîn ê Serêkaniyê jî 2 kes birîndar bûn.