Welatî û QSD bi hev re bersivê didin êrîşan 2019-10-09 18:20:31   QAMIŞLO - Li gorî agahiyên ku hatin bi dest xistin xelatî û QSD bi hev re bersivê didin operasyona leşkerî ya tirk. Di van kêliyan de li hemberî gundê Dêrik û Qamişloyê êrîş pêk hatin.   Duh li Meclîsê biryara şer a li hemberî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dayîn û îro jî operasyon hat destpêkirin. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê hatin girtin, QSD’iyan di çarçoveya parastinê de li Qamişlo, Dêrikê û li ser xeta sînor bersiv dan êrîşan.    Li gorî agahiyên ji herêmê tên wergirtin, welatî jî ji bo parastina ax û gelê xwe tevî QSD'iyan şer dikin.    Di van kêliyan de jî artêşa Tirk bi balafir, obûs û hawanan êrîşê gundê Dêrik û Qamişloyê dikin.