Derdora navçeya Dirbêsiyê tê topbarankirin 2019-10-09 18:58:52   HESEKÊ - Artêşa  tirk  bi obusan derdorê navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê topbaran dike. Her wiha li Gundê Mişrefaya kesek jiyana xwe ji dest da û li Gundê Ebû Ziyabîn ên Serêkaniyê jî 2 kes birîndar bûn.    Piştî ku biryara tezkereyê li meclîsê hat erêkirin şûnde dewleta tirk dest bi operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Artêşa tirk bi obusan derdorê navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê topbaran dike. Li Gundê Mişrefaya kesek jiyana xwe ji dest da û Ebû Ziyabîn ê Serêkaniyê jî 2 kes birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Hesekê.    Welatiyê bi navê Beşar Ehmed Sincar ji ber rewşa wî ya xeter rakirin nexweşxaneya Saroiya ya bajarê Hesekê.