Li ser xeta sînorê Qamişloyê tevgera ambulansê 2019-10-09 19:11:16   MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku piştî êrîşên TSK'ê yên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê li ser xeta Qamişlo-Nisêbînê gelek ambûlans hatine sewqkirin. Hat hînbûn ku qeymeqatiyê bang li şêniyan kiriye da ku kes dernekeve derve.   Hat diyarkirin ku piştî êrîşên TSK'ê yên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê li ser xeta Qamişlo-Nisêbînê gelek ambûlans hatine sewqkirin. Hat hînbûn ku qeymeqatiyê bang li şêniyan kiriye da ku kes dernekeve derve û destûrên personelê nexweşxaneyan ên Mêrdîn û navçeyên wê ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, hatiye betalkirin.   Her wiha hat hînbûn ku qeymeqamtiyê bang kiriye û diyar kiriye ku bila welatî dakevin qatên jêr ên malên xwe û dernekevin derve.