Ji gelek welatan li dijî operasyonê nerazîbûn 2019-10-09 19:19:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatî destpêkirin li Almanya, Fransa, Îtalya, Birîtanya û Yekîtiya Ewropayê hat şermezarkirin û xwestin ku operasyon bên rawestandin.   Operayona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatî destpêkirin li gelek welatan hat şermezarkirin. Li Almanya, Fransa, Îtalya, Birîtanya û Yekîtiya Ewropayê li hemberî operasyonê nerazîbûnên xwe nîşandan.    'Êrîşê rawestînin'   Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Heîko Maas êrîşên dagirker ên dewleta Tirk bi awayekî tund şermezar kir û wiha got: "Bi van êrîşan wê li herêmê îstîkrar têk biçe û DAIŞ xurt bibe. Maas bang li Tirkiyeyê kir ku êrîşên xwe bide sekinandin û pirsgirêk bi rêyên aştiyane werin çareserkirin."   'Berdêla wê dê giran be'   Senatorê Amerîkî Lîndsey Graham destnîşan kir ku êrîşa dagirkeriyê wê ji bo dewleta Tirk bi berdêleke giran be. Senatorê Partiya Komarê Graham got: "Ji bo hevalbendên me yên Kurd dua bikin ku ji aliyê rêveberiya Trump ve bi rengekî rûreşî hatin terikandin.”   Serokê Yekîtiya Ewropayê bang li Tirkiyeyê kir   Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean Claûde Jûncker jî bang li Tirkiyeyê kir ku dawî li êrîşên xwe yên li Sûriyeyê bîne.   Jûncker li Parlamenta Ewropayê axivî û got: "Fikarên ewlekariyê yên Tirkiyeyê yên li ser sînorê Sûriyeyê hene ku divê em fêm bikin. Lê belê em bang li Tirkiyeyê û aktorên din dikin ku bi xwînsarî tevbigerin. Eger plan ew be ku herêmeke ewle bê avakirin, ne li bendê bin ku Yekîtiya Ewropa maliyeta wê bide ser milê xwe."   Hikûmeta Îtalyayê jî, bi heman rengî nerazîbûn nîşanî êrîşan da û diyar kir ku êrîş wê aramiya herêmê têk bibin.