Li Tirbespiyê zarokek hedef hat girtin 2019-10-09 19:50:24   QAMIŞLO - Di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser gundewarên nevçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê 4 welatî birîndar bûn. Di nava çar welatiyên ku hatin birîndarkirin de zarokek jî heye.     Li Gundê Girhesenakê yê navçeya Tirbespiyê  ya kantona Qamişloyê di encamê bombebaran dewleta tirk de 4 welatî birîndar bûn. Di nav kesên birîndar bûne de, zaroka bi navê Rojîn Sebrî  ya bi temenê xwe 16 salî jî heye.