Li Nisêbînê 7 kes birîndar bûn 2019-10-09 21:51:54   MÊRDÎN - Li xeta Qamişlo û Nisêbînê pevçûnên giran tên jiyîn. Tevî jin û zarokan 7 kes birîndar bûn. Walîtiya Mêrdînê ragihand ku li Nisêbînê û Qoserê dibistan ketiye betlaneyê.    Di encama operasyona dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji ber parçeyên bombeyan li Kuçeyan Kişla û Selahatin Eyubî ketin tevî zarokê 10 salî 7 kes birîndar bûn. 5 jê jin û yek jê zarok bi tevahî 7 kes rakirin nexweşxaneya navçeyê. Kesên ku navên wan diyar bûn ev in:"Memduh Aslan (41), Bariş Aslan (10), Sinemi Atay(84)."   Dibistan ket betlaneyê   Walîtiya Mêrdînê ji bo rojekê dibistanên li kuçeya Şenyurtê ya li Qoser û Nisêbînê kir betlaneyê.    Gumana şêniyên li navçeyê û bombebaran didome.